Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Berevaniya Fînlandiyayê aşkere kiriye ku wan biryara nefirotina çekan a ji bo Tirkiyeyê, betal kiriye. Fînlandiyayê ji sala 2019an û vir ve çek nedifirotin Tirkiyeyê.
Li gorî nûçeya Al-Monitor'ê, bi vê biryarê re, "hinardekirina polayê ya di çêkirina zirx û kelûpelên leşkerî de tê bikaranîn" wê berdewam bike.
Piştî Tirkiyeyê li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê dest bi êrîşan kiribû û bi navê "Kaniya Aştiyê" dest bi operasyoneke dagirkirinê kiribû, Fînlandiya û Swêd jî di nav de hinek welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar dabûn ku ew çekan nefiroşin Tirkiyeyê.
Piştî ku Rûsyayê Ûkrayna dagir kir û şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de destpê kir, Fînlandiya û Swêd, ji ber metirsiya ku Rûsya êrîşî sînorên wan jî bike, xwestin bibin endamên NATOyê. Lê Tirkiyeyê weke endamekî NATOyê hin şert diyar kirin ku ji bo endamtiya her du welatan qebûl bike. Yek ji van şertan jî radestkirina hin rojnameger, nivîskar û siyasetmedarên sirgunbûyî ne. Di navbera Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê de çendîn hevdîtin çêbûn û her sê welatan di hin mijaran de li hev kirin.
Swêdê ambargoya danîbû li ser Tirkiyeyê di Îlona 2022yan de rakiribû, Fînlandiyayê jî duh (25ê Kanûna Paşiyê) bi heman rengî biryara xwe betal kiriye.
Partiyeke koalîsyonê biryar rexne kiriye
Şêwirmenda Wezareta Berevaniyê ya Fînlandiyayê Riikka Pitkanenê ji Agence France-Presse (AFP) re gotiye, "ji bo polaya zirxkirî bifiroşin şîrketeke tirkan wan roja sêşemê (24ê Kanûna Paşiyê) destûrname daye."
Li hêla din, li gorî nûçeya malpera Euronewsê ragihandiye, partiyeke siyasî ya di nava hikûmeta koalîsyonê de cih digire, ev biryara Wezareta Berevaniyê rexne kiriye.
Seroka Hevpeymana Çepgiran Li Anderssonê di hesabê xwe yê Twitterê de nivîsiye û gotiye: "Hevpeymana Çepgiran piştgiriyê nade hinardekirina kelûpelên berevaniyê ya ji bo welatên di nava şer de ne û mafên mirovan binpê dikin." (SD/FD)