Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte wek Sekreterê Giştî yê NATOyê hat erkdarkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya NATOyê biryar hatiye dayîn ku Rutte wek Sekreterê Giştî yê nû hatiye erkdarkirin.
Serokwezîrê Hollandayê Rutte dê di 1ê cotmehê de Jens Stoltenberg wezîfeya xwe bigire.
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte dê di 1ê Çiriya Pêşiyê de wezîfeyê ji Jens Stoltenberg werbigire.
Rutte di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da destnîşan kiriye û gotiye, "Erkdarkirina ji bo sekreteriya giştî ya NATOyê ji bo min rûmeteke mezin e.”
Sekreterê Giştî yê heyî Stoltenberg jî weha gotiye, "Ez bi kêfxweşî pêşwazî lê dikim ku hevpeymanên NATOyê Mark Rutte wek paşrewê min hilbijartine."
Piştgiriya gelek welatan wergirt
Rutte, dema di 7ê Tîrmeha 2023an de piştî ku hikûmeta koalîsyonê ya li Hollandayê hilweşiya, îstifa kir û ragihandibû ku heta hikûmeta nû ava bibe ew ê erka xwe ya serokwezîrtiyê bidomîne û piştre dev ji siyaseta aktîf berde.
Piştî ku eşkere bû ku dema wezîfeya Stoltenberg ji bo qonaxekî din nayê dirêjkirin, Rutte namzetiya xwe ya ji bo Sekreteriya Giştî yê NATOyê eşkere kir.
Rutte ku di demeke kin de piştgiriya gelek welatan girt, herî dawî di 18ê Hezîranê de erêkirina Macarîstanê wergirt.
(RT/AY)