Li Meletiyê bi pileya 5.2an erd hejîya.
Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihandiye ku navenda erdhejê navçeya Battalgaziyê ye.
AFADê aşkere kir ku Li navçeya Battalgaziya Meletiyê bi pileya 5,2an erd hejîya. Erdhej 13,93 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Waliyê Meletiyê Ersîn Yazici daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku heta niha 112ê îxbara hilweşandinê negirtine. Yazici got, "Heta niha wan tu agahiyên neyînî negirtine. Ekîbên me kontrolên xwe yên li qadê didomin."
(RT/AY)