Rêvebira Karên Nivîsan a JINNEWSê Safiye Alagaş duh dema ji Sêrtê diçe Amedê polîsan wesayîta wê rawestandiye û ew desteser kirine. Alagaş serbest bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Alagaş bi hinceta dosyaya wê ya bi dîroka 2011an a li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatiye desteserkirin.
Her weha ji bo ku îfadeya wê bê wergirtin biribûn Qereqola Sînanli ya navçeya Bismil a Amedê.
Alagaşa ku îro biribûn Edliyeya Bismilê, piştî belgeya ku Serdozgeriya Stenbolê şandibû serbest hat berdan.
Parêzerê wê, Resûl Temur, got ku Alagaş ji ber ku biryara zeftkirinê di dosyayeke kevn a Stenbolê de derketiye, hatiye desteserkirin. Temur, diyar kir ku dadgehê ji wan re daye zanîn ku derbarê Alagaşê de biryara zeftkirinê nîne û dibe ku xeletiyeke sîstemê hebe.
(AY)