TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 418
Li Kerkûkê çi diqewime?
Hikûmeta Navendî ya Iraqê biryar girt ku li saziyên dewletê divê tenê ala Iraqê bê daliqandin lê li Kerkukê ev biryar pêk nehat. Ev helwesta Kerkukê û xebata wê ya ku ji bo bi ser Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê (RHKI) bê girêdan gelo dibe li herêmê demeke nû destpê bike?
3 Nîsan 2017
Haluk Kalafat
Demîrtaş: Me ji bo xwe ti daxwaz nînin
Demîrtaşî eşkere kiribû ku ew ê îro digel Abdullah Zeydanî dest bi greva birçîbûnê bike. Demîrtaşî ji girtîgehê peyamek şand û eşkere kir ku parlamenteran ti daxwaz ji bo xwe nînin.
31 Adar 2017
Dadgehê biryara girtina Selman Keleşê rojnameger da
Polîsan li Wanê Selman Keleşê rojnameger desteser kiribû. Dadgehê bi “gumana endambûna rêxistinê” biryara girtina wî da. Xebatkarê şaredariya Îpekyolûyê jî hat girtin.
31 Adar 2017
Li Nisêbînê herdu zarokên ku bi teqîna teqemeniyekê birîndar bûbûn, mirin
Li Nisêbînê teqemeniyeka zarokan li erdê dîtibû li wan teqiyaye. Herdu zarokên duhî bi teqînê birîndar bûyîn mirine.
31 Adar 2017
Dadgehê biryara serbestberdana Hasan Cemalî da
Dadgehê bi sûcê “propagandaya PKKyê” Hasan Cemal dad kir. Dozgerîyê xwest ew 13 salan di girtîgehê de bimîne. Dadgehê biryara serbestberdana wî da.
31 Adar 2017
Dozgerî xwest 13 rojnameger bêne serbestberdan
Piştî Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê dadgehê doz li 29 rojnamegeran vekir, dozgerê dozê xwest 13 rojnameger bêne serbestberdan.. Hat îdiakirin ku ew rojnameger di medyaya nêzîkî Fethûllah Gûlenî de kar dike.
31 Adar 2017
Amerîka: Ji bo me çûna Esadî ne yek ji tiştên herî giring e
Nûnera Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî, Nikki Haleyê eşkere kir ku Amerîka “dê wek hikûmetên berê bala xwe nede ser çûna Esadî.”
31 Adar 2017
Dadgehê biryara berdana Prof. Dr. Îştar Gozaydinê da
Prof. Dr. Îştar Gozaydin 94 roj in ku di girtîgehê de bû. Bi biryara dadgehê ew ê serbest bê berdan lê derketina ji welatî ji bo wê hat qedexekirin.
31 Adar 2017
Elif Akgül
Li Nisêbînê teqîn pêk hat: 2 zarok bi giranî birîndar bûn
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dema zarokan dilîst teqînek pêk hat û di encamê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn.
30 Adar 2017
Parlamenterên HDPyê ji ber greva birçîbûnê daxwazname da Wezareta Dadê
Parlamenterên HDPyê eşkere kir ku li girtîgehan girtîyan dest bi greva birçîbûnê kirine û ew ji ber rewşa girtiyan di fikarê de ne.
30 Adar 2017
Li bilindahiyên Londonê memikeke dêwane
Li Londonê ji bo azadiya şîrdayîna pitikan a jinan li qada civakî li ser avahiyekê memikeke nepoxî hat danîn.
30 Adar 2017
Polîsan 37 xwendekarên Zanîngeha Stenbolê desteser kirin
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê xwestin Komkujîya Kizildereyê yad bikin. Polîsan 37 xwendekar desteser kirin.
30 Adar 2017
Tansu Pişkin
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş peyam şand: Em dest bi greva birçîbûnê dikin
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan aşkere kirin ku “Ji ber pêkanînên ji derveyî hiqûqê yên li Girtîgeha Edirneyê û ji ber ku ji bo bidawîanîna grevên birçîbûnê ti gav nayên avêtin” ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin.
30 Adar 2017
Walîtîya Şirnexê strana “bêjin NA” ya HDPyê li Şirnexê qedexe kir
Walîtîya Şirnexê diyar kir ku starana propagandayê ya HDPyê ya bi navê “bêjin NA” “kîn û nefretê di nav gelî de belav dike” û stran qedexe kir.
30 Adar 2017
Tansu Pişkin
Serokwezîr Yildirim li ser biryarên MGKê axivî
Yildirim derbarê Mertalê Firatê de got, wê bi ‘navekî din’ berdewam bike ku bi daxuyaniya Lijneya Ewlekariya Netewî (MGK) hatibû aşkerekirin.
30 Adar 2017
Lijneya Ewlehiya Neteweyî: Operasyona Mertalê Firatê bi dawî bû
Lijneya Ewlehiya Neteweyî eşkere kir ku “Operasyonên Mertalê Firatê yên li Bakurê Sûriyeyê bi awayekê biserkeftî bi dawî bûye.”
30 Adar 2017
Bi KHKya nû wê 416 kes karibin vegerin ser karê xwe
Di çarçoveya Rewşa Awarte de Biryarnameya di Huqmê Qanûnan (KHK) a hejmar 688ê hat weşandin. Li gorî vê KHKê 416 kes wê karibin vegerin ser karê xwe.
30 Adar 2017
HDPê derbarê “Doza Esasî ya KCKê” de daxuyanî da
HDPê derbarê biryara doza esasî ya KCKê de diyar kir ku “Cezayên ku bi sedemên siyasî û ji derveyî hiqûqê û bi binpêkirina hemû prensîpên hiqûqê ên demokratîk û bi binpêkirina teamulan ve dide xuyakirin ku tunekirina siyaseta demokratîk tê hedefgirtin.”
29 Adar 2017
Zanîngeha Işikê, profesora aştîxwaz ji karî avêt
Akademîsyena Zanîngeha Işikê, Prof. Dr. Neşe Yildiranê “danezana ez ê nebim şirîkê vî sûcî” îmze kiribû. Zanîngehê jê xwest ew ji biryara xwe poşman bibe, wê qebûl nekir ji karê xwe hat avêtin.
29 Adar 2017
Ji 406 navan bangewazî: Em qebûl nakin û daxwaz dikin
406 nivîskar, akademisyen, rojnameger û parazvanê mafên mirovan ji bo ku di 16ê Nîsanê de dengdayineke azad, wekhev, dadwer û di asta herî kêm de rewa pêk were, daxwaz kirin ku Rewşa Awarte bê rakirin û bijartiyên girtî karibin vegerin ser erka xwe ya parlamentoyê.
29 Adar 2017
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê li DYAyê hat girtin
Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla di çarçoveya lêpirsîna Reza Zarrab de li New Yorkê hat girtin.
29 Adar 2017
Dadgehê ji bo lêpirsîna KCKyê biryar da
Dadgehê ji doza KCKyê cezmehê girtinê da 111 kesan.
29 Adar 2017
Gelo gilîya Ahmet Şikî nûçegihanê AAyê kiriye?
Kemal Goktaşî di nûçeya xwe ya di rojnameya Cumhuriyetê de eşkere kir ku li gor belgeyan nûçegihanê Ajansa Anadolûyê giliya Ahmet Şikî kiriye.
29 Adar 2017
Dadgehê ceza da du nobedarên weşanê yên Ozgur Gundemê
Dadgehê ji ber ku di rojnameya Ozgur Gundemê ya ku hatiye girtin de bûn nobedarên weşanê sal û 3 meh cezayê girtîgehê û 6 hezar lîreyê Tirk da Juride Kural û nivîskar İhlami Bakir jî bi 15 meh cezayê girtîgehê ceza kir. Cezayê girtîgehê yên her du kesan jî hat paşdexistin.
29 Adar 2017
Tansu Pişkin
“Qedexeya derketina derve li Şirnexê bû sedema trawmayek giran”
Rêxistinên mafan li Şirnexê piştî rakirina qedexeya derketina derve ya 8 mehan berdewam kir dest bi lêkolînê kirin û di encama lêkolînê de diyar kirin ku gel trawmayek giran dijî. Li gorî rapora van rêxistinan divê hilweşandin bilez bê sekinandin û zerara ku derketiye holê bê telafî kirin.
28 Adar 2017
Encama ezmûna YGSyê ya 2017ê eşkere bû
Encama Ezmûna Destpêkirina Zanîngehan eşkere bû.
28 Adar 2017
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Neteweyên Yekbûyî, hêzên hevpeyman û Artêşa Iraqê li ser Operasyona Mûsilê hişyar kir
Neteweyên Yekbûyî, eşkere kir ku di Operasyona Mûsilê de, ji 17ê Sibatê heta 22yê Adarê bi êrîşên DAIŞê û bombebarana firokeyên koalîsyonê ya kê 307 sivîl mirine.
28 Adar 2017
İHD: Li Girtîgeha Şakranê 5 jê jin 33 girtî 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
Komisyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya IHDê di daxuyaniya xwe ya derbarê grevên birçîbûnê de daxwaz kir ku binpêkirinên mafan li girtîgehan bidawî bibin. Di 4 girtîgehan de bi giştî 64 girtî di greva birçîbûnê de ne.
28 Adar 2017
Tansu Pişkin
Dadgehê biryara girtina hevserokê DBPyê, Kamûran Yûksekî da
Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 8 sal û 9 meh cezayê girtinê da hevserokê DBPyê, Kamûran Yûksekî.
28 Adar 2017
Ji bianetê Elif Akgulê Xelata Taybet a Juriyê ya Metin Goktepe stand
Kesên ku 20emîn Xelata Rojnamegeriyê ya Metin Goktepe standin hatin aşkerekirin. Editora bianetê Elif Akgul û nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun bi nûçeya dosyayê ya bi navê ’10 Salên Bê Hrant’ Xelata Taybet a Juriyê standin.
28 Adar 2017
Zanîngeha Işikê Akademîsyenê Aştîxwaz, M. Sînan Bîrdal ji karî avêt
Alk. Doç. Dr. M. Sînan Bîrdal yek ji wan Akademîsyenên Aştîxwaz e ku danezana “em ê nebin şirîkên vî sûcî” îmze kiriye. Zanîngeha Işikê M. Sînan Bîrdal ji karî avêt.
28 Adar 2017
Girtiyê nexweş Yildizbakan di girtîgehê de mir
Mehmet Yildizbakan ku 5 sal in li Hatayê di girtîgehan de dimîne ji ber nexweşiya giran mir. Du zarok, bûk û hevjîna Yildizbakan jî di girtîgehê de ne.
28 Adar 2017
1
...
416
417
418
419
420
...
427
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver