Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Mêrekê bi navê E.K. li Stenbolê di basekê de êrîşî jinekê kir. Wî eşkere kir ku ji ber jinê şalê kurt wergirtibû wî êrîşî wê kiriye. Êrîşkar ji ber êrîşê hat berdan lê ji ber nedana bacê hat girtin.
Li taxa Pendîkê êrîşkarî êrîşî Melisa Saglama(21) xwendekara zanîngehê kir. Saglamê li ser êrîşê ji BîrGûnê re got:
“Ez bi tenê dixwazim êrîşkar cezayî bistîne. An ji bo êrîş li jinan bê kirin destûr tê dayin an jî êrîşkar gekek kêm cezayî distînin.”
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) êrîşkarî gotiye: “Ma tu şerm nakî tu di remezanê de cilikên bi vî awayî werdigirî.”
Piştî emniyetê êrîşkar ji ber êrîşê serbest berda ferq kir ku êrîşkarî berê baca xwe nedaye, dadgehê 3 sal û 9 mehan ceza daye wî.Polîsan E.K. girt û ji bo girtîgehê şand.(ÇT/MB)