Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Semîh Ozakçayê dersdêr 100 roj in ku ji ber ew ji karê wan hatine avêtin di greva birçîbûnê de ne.
Herdu dersdêr ji beriya 25 rojan hatin girtin û ji wê demê ve di girtîgehê de ne.
Li medyaya civakî gellek kesan piştgiriya xwe ya ji bo wan diyar kir. Li Enqere û Stenbolê ji bo piştgirîdana wan piştevanên wan dê îro kom bibin û daxuyaniyekê bidin. Parêzer dê li Caddeya Yûkselî siet 13.30ê û siet 18.00 daxuyaniyekê bidin.
Çi bûbû?
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Semîh Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin.
Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin.
Semîh Ozakça, li Navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin.
Gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir.(BK/MB)