PE: Heke ku guhertinên Destûra Bingehîn bicî werin bila gotûbêj bên sekinandin
Reşnivîsa rapora 2016ê a Tirkiyeyê hat qebûlkirin ku ji hêla Katî Pîrî raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) ve hatiye amadekirin. Di reşnivîsê de daxwaz têkirin ku rojnameger bêyî bên girtin bên darizandin û cezayê darvekirinê ne li gorî peymanên navdewletî ye.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Komisyona Karên Derve ya Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora 2016ê ya Tirkiyê qebûl kir ku ji hêla Katî Pîrî raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) ve hatiye amadekirin.
Katî Pîrî li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku digel 3 dengên “na” û 13 dengên bêbiryar bi 51 dengên “erê” hat qebûlkirin.
Rapor wê di daneşîna Cıvata Giştî ya Peyê de temam bibe û halê wê yê temamkirî dê di 6ê Tîrmehê de bê dengdayîn.
Di raporê de bang tê kirin ku “gotûbêj bêyî ku dereng bikeve, bila bên sekinandin”.
Peyê par biryara pêşniyara “cemidandina” gotûbêjên li gel Tirkiyê standibû. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.