PE: Heke ku guhertinên Destûra Bingehîn bicî werin bila gotûbêj bên sekinandin
Reşnivîsa rapora 2016ê a Tirkiyeyê hat qebûlkirin ku ji hêla Katî Pîrî raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) ve hatiye amadekirin. Di reşnivîsê de daxwaz têkirin ku rojnameger bêyî bên girtin bên darizandin û cezayê darvekirinê ne li gorî peymanên navdewletî ye.