Li Liceyê leşkerek hat kuştin
Li navçeya Lice ya Amedê di navbera PKKyiyan û leşkeran de pevçûn derket û di encamê de leşkerekî ku bi giranî birûndar bibû mir, dermankirina du leşkeran berdewam dike.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li çoltara gundê Dîbek ê navçeya Liceyê yê Amedê di navbera leşkeran û PKKyiyan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de leşkerek hat kuştin du leşker jî birîndar bûn.
Li 104 gundên navçeyê li 1528 kîlometreyê operasyona ku di 28ê Gulanê de destpê kiribû berdewam dike.
Leşkerê ku birîndar bû li nexweşxaneyê mir
Pevçûn îro saet 14.30ê de çêbû.
Li gorî nûçeya Canan Altintaşê nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) PKKiyan gule berdane û yek jê giran 3 leşker birîndar bûne.
Leşkerê ku birîndar bûne bi helîkopterê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddin Eyyûbî. Lê çawişê pispor li girtîgehê mir. Dermankirina du leşkerên birîndar berdewam dike. (AS/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.