Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya DYAyê (Pentagon) aşkere kir ku wan li ezmanên bajarê Tebqayê balafireke şer a Hêzên Hewayî yên Sûriyeyê xistine ku balafira Sûriyeyê herêma Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) lê bûne bombebaran dikir. DYA di têkoşîna li hemberî DAIŞê de hevkariya HSDê dike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê de hat gotin ku “Erka hevpeymanê têkbirina DAIŞê li Iraqê û Sûriyeyê ye. Hevpeyman ne de wê niyetê de ye ku bi rejîma Sûriyeyê, Rûsya yan jî hêzên alîgirên rejîmê re şer bike. Lê wê dudiliyan neke ku hêzên hevpeymanê û hevkarên xwe li hemberî her cure gefan biparêze”.
Rûsya: Ji gavên yekalî dûr bisekinin
Rûsyayê li ser bûyerê bang li DYAyê kir ku çalakiyên xwe koordîne bike û ji gavên ku Sûriyeyê destûr nedaye dûr bisekine.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî, li Pekînê di dema civîna çapemeniyê ya di çarçoveya Lûtkeya Wezîrên Karên Derve yên BRICSê de got ku divê rêz ji bo serxwebûn û hevgirtina xaka Sûriyeyê bê nîşandan û ji bo her gaveke li bejahiyê divê destûra Şamê bê standin. (YY/FD)
Çavkanî. DHA, Sputnik News