DADKIRINA OZGUR GUNDEMÊ
Îtîraza Nobedaran “cidî” nehat dîtin ku digotin doz ne li gor destûrê ye

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
4emîn daneşîna doza berpirsên weşanê yên Ozgur Gundemê rojnameger Ayşe Duzkanê û Ragip Dûranî, nivîskarên rojnameyê Mehmet Alî Çelebî û Huseyîn Bektaşî û derhênerê berê yê weşanê Huseyîn Aykolî birêve çû ku rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Huqmê Qanûnê ya hejmar 675an de hatibû girtin.
Rojnamegerên bersûc beşdarî daneşînê nebûn.
Doz li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê li 13mîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê birêve çû û dadgehê daxwaza demê ya ji bo amadekirina parastinê ya derbarê esasê ya parêzer Fîkret Îlkîzî, Ozcan Kiliçî û nivîskar Mehmet Alî Çelebiyî qebûl kir.
Doz ji bo 14ê Îlona 2017ê hat bipaşxistin.
Îtiraza ku digot “doz ne li gor destûrê ye”, cidî nehat dîtin
Di daneşînê de parêzer Îlkîzî di wê çarçoveyê de muwekilên xwe parast ku doz ne li gor destûrê ye.
Îlkîzî got, birêkûpêkkirin a derbarê berpirsiyariya cezaî ya derhênerê weşanê de ya ku di xala 11emîn a qanûna hejmar 5187ê de hatiye sazkirin ne li gor destûra bingehîn e.
Parêzer Îlkîz û Kiliç di daxwaznameya xwe de ji dadgehê xwestin ku li gorî xala 152 ya Destûra Bingehînê dosyayê bişînin Dadgeha Destûrî û li bende biryara dadgehê bisekinin.
Heyeta Dadgehê ev îdia “cidî” nedît û daxwaza şandina Dadgeha Destûra Bingehîn qebûl nekir. (TP/EA/FD)
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
