TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 212
EFA: “Bila Leyla Guven demildest were azadkirin”
Hevbendiya Azad a Ewropayê daxwaz kiriye ku Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya KCDyê azad bibe û tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê were rakirin.
26 Çile 2021
Li cîhanê hejmara kesên bi Covîd-19ê ketine ji 100 mîlyonî derbas bûye
Li gorî hejmarên ku welatan aşkere kirine, li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Covîd-19) ketine ji 100 milyonî derbas bûye û hejmara miriyan jî nêzîkî 2 mîlyon û 150 hezarî bûye.
26 Çile 2021
"Çi ji destê me hat me kir, lê me Gulistan nedît"
Malbata Gulistan Dokuyê li Elezîzê bi Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê re civiyaye ku ji salekê zêdetire winda ye.
26 Çile 2021
Gokhan Guneşê ku hatibû revandin vegeriyayê mala xwe
Gokhan Guneş di 20ê Kanûna Paşiyê de hatibû revandin. Guneş di saetên sibê de ku bi awayekî çavê wî girtî bûye hatiye berdan. Hatibû îddiakirin ku polîsan ew revandine.
26 Çile 2021
32yem Festîvala Fîlman a Enqereyê wê di navbera 4-12ê Kanûna Paşiyê pêk were
Serlêdanên ji bo Piştgiriya Bipêşxistina Projeyan û Pêşbirka Netewî ya Festîvalê wê di 1ê Adarê de dest pê bikin.
26 Çile 2021
“Biryarên DMMEyê ne rica ne, divê pêk bên”
Marija Pejcinovic Buric, Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê ji bo biryara DMMEyê ya derbarê Osman Kavalayî de gotiye, “Ev ne daxwazeke, hewcedariyeke hiqûqa bendîkar e.”
26 Çile 2021
Duh 5 hezar û 642 kes bi Covid-19ê ketine, 137 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 151 hezar û 109 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 642 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 137 kes jî mirine.
26 Çile 2021
“Li Amedê nîvê zarokan nekarîbû sûdê ji perwerdeya online werbigirin”
Hatîce Efe, Sekretera Şaxê Hejmar 1ê ya Egitim-Senê gotiye, “Ji 47 hezar û 228 xwendekarên ku pola 8an qedandine bi tenhe 4 hezar û 300 kesan navê xwe li saziyên perwerdeya fermî tomar kirine. 195 xwendekarî nekarîbû sûdê ji perwerdeyê werbigirin.
25 Çile 2021
Ebûbekîr Şahîn careke din bûye serokê RTUKê
Di hilbijartinên Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) de Ebûbekîr Şahîn careke din bûye serok wê saziyê. Arîf Firtina jî bûye Cîgirê Serokê RTUKê.
25 Çile 2021
Tirkiye û Yûnanistan piştî 5 salan îro li Stenbolê dicivin
Piştî 5 salan di navbera Tirkiyeyê û Yûnanistanê de ‘hevdîtinên lêgerînê’ îro li Stenbolê çêdibe. Wê ji bo çareserkirina aloziya sondajê ya li Derya Spî nirxandinên xwe bikin.
25 Çile 2021
Tundkariya zayendî çi ye, ne çi ye?
Mirov piranî piştî tundkariya laşî tundkariya zayendî li wan tê kirin. Lê ji ber şermê û xwe tohme dikin gelek caran tundkariya zayendî aşkere nakin.
25 Çile 2021
Ebru Toprak
6 milyon û nîv derziyên din ji Çînê anîne Tirkiyeyê
Balafira ku 6 milyon û nîv derziyên din ên Covid-19 barkirî, ji Pekînê anîne Stenbolê. Beriya niha jî 3 milyon derzî anîbûn.
25 Çile 2021
Duh 5 hezar û 277 kes bi Covid-19ê ketine, 140 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 148 hezar û 425 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 277 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 140 kes jî mirine.
25 Çile 2021
Dadgehê, biryarên beraetê yên di doza Geziyê de betal kiriye
3em Daîreya Cezê ya Dadgeha Edliya Herêmî ya Stenbolê, biryara beraetê ya ku 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derbarê 9 kesan de dabû ku Osman Kavala jî di nav de bûye, betal kiriye.
22 Çile 2021
“Li Amedê hejmara nexweşan ji 850î daket 100-150î”
Elîf Tûran, Seroka Odeya Doktoran a Amedê gotiye ku bi tedbîrên cizî hejmara nexweşan kêm bûye lê hîna jî pêla yekem bi temamî nehatiye bidawîkirin.
22 Çile 2021
Ji ber nîşana serketinê, dozgerî lêpirsînname ji bo Erol Katirciogluyî amade kiriye
Ji ber ku dema di ber “Dayikên Diyarbekirê” re derbas bûye nîşana serketinê çêkiriye, bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye”, dozgerî lêpirsînname ji bo Erol Katircioglû, Parlamenterê HDPyê amade kiriye.
22 Çile 2021
Polîsan li Enqereyê midaxele li kedkarên tenduristiyê kirine
Polîsan midaxele li kedkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê kirine ku ji bo mafên xwe, xwestine çalakiyeke protestoyî bikin. Kesên desteserkirî, ber êvarê serbest bûne.
22 Çile 2021
Dijminatiya li dijî LGBTİ+yan birêxistinkirî ye
Li gorî rapora çavdêriya li medyayê ya Kaos GLyê rêjeya gotinên ku hestên nefrete çêdikin û zimanê cûdaxwaz ji sedî 61 e.
22 Çile 2021
Li beramberî vê azadiya çapemeniyê devê me ji hev ma!
Di sala 2020an de Tirkiyeya ku her gav behsa dewleta hiqûqê, azadiya çapemeniyê û xweeîfadekirinê dikir, Yekîtiya Ewropa ango hevkarê xwe yê stratejîk di reformên ên derbarê mafên mirovan de nekarîbû qanih bikira.
22 Çile 2021
Erol Önderoğlu,Sinem Aydınlı
PE: Bila Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî azad bibin
PEyê di civîna xwe debiryar girtiye û bang li Tirkiyeyê kiriye ku bila li gorî biryara DMMEyê tevbigere û Demîrtaşî bê şert û merc û demildest azad bike.
22 Çile 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
DAIŞê berpirsiyariya êrîşa li Bexdayê girtiye ser xwe
DAIŞê aşkere kiriye ku wan her du êrîşên bi bombeyî yê li Bexdayê, paytexta Iraqê pêk aniye. Di êrişê de 32 kes miribûn û 110 kes jî brîndar bibûn.
22 Çile 2021
Duh 6 hezar û 289 kes bi Covid-19ê ketine, 153 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 165 hezar û 109 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 289 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 153 kes jî mirine.
22 Çile 2021
Dadgeha Destûrî careke din gotiye ku mafê Enîs Berberoglûyî binpê bûye
Dadgeha Destûra Bingehîn di serlêdana duyem a Enîs Berberoglûyî de jî gotiye mafê wî hatiye binpêkirin. Dadgehê beriya niha jî heman biryar dabû û xwestibû ev biryar pêk were lê pêk nehatibû.
21 Çile 2021
Ewropayê ji Tirkiyeyê xwestiye girtiyên siyasî azad bike
Sergey Lagodinsky, Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê gotiye “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî biryarên Dadgeah Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigerin û Demîrtaş û Kavalayî, bi heman awayî Cîhan Erdal jî di nav de hemû girtiyên siyasî serbest bikin.”
21 Çile 2021
Li Bexdayê du êriş pêk hatiye: Herî kêm 32 kes mirine
Li Bexdayê, Paytexta Iraqê du êrişên xwekujiyê pêk hatiye. Li gor daneyên destpêkê herî kêm 32 kes mirine û 110 kes jî brîndar bûne.
21 Çile 2021
Mêran di sala 2020an de herî kêm 284 jin kuştine
Mêran di sala 2020an de hêrî kêm 284 jin û 26 zarok kuştine. Mêran di heman salê de herî kêm tecawiz li 96 jinan kiriye, 265 zarok istismar kirine, hêrî kêm tacîz li 147 jinan kirine, herî kêm 792 jin birîndar kirine. Mêran di sala 2020an de bi darê zorê karê seksê bi 818 jinan dane kirin.
21 Çile 2021
Evrim Kepenek
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Duh 6 hezar û 435 kes bi Covid-19ê ketine, 159 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 168 hezar û 894 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 435 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 159 kes jî mirine.
21 Çile 2021
Li Ewropayê wê parêzer li ber DMMEyê çalakiyekê li dar bixin
Tevgera Dadê ya Bêşert û Merc ji bo wan parêzeran wê di 24ê Kanûna Paşiyê “Roja Parêzerên Di Nava Xetereyê De Ne” li ber DMMeyê çalakiyekê li dar bixin ku desthilatdarên siyasî tiştên ji bo wan hatine misogerkirin ji holê radikin û zextê li wan dikin.
20 Çile 2021
Di 15 rojên destpêkê yên sala nû de pênc rojnameger rastî êrişê hatine
Îzzet Tinmaz li Aksarayê, Kiymet Sariyildiz û Mûrat Ûçkaç li Aydinê, Afşîn Hatîpoglû û Orhan Ûgûrlûyî jî li Enqereyê rastî êrişê hatine.
20 Çile 2021
Ji sedî 42yê nûçeyên ku asteng bûne derbarê desthilatdar û derdora wê de ne
Di navbera Çiriya Paşiyê ya 2019an û Çiriya Pêşiyê ya 2020an de hezar û 190 URL hatine astengkirin. 870 ji wan yên nûçeyan e. Di 12 mehan de 26 malperên nûçeyan asteng kirine.
20 Çile 2021
Hijmara aboneyên Netflîxê ji 200 mîlyonî derbas bûye
Platforma Netflîxê di sala 2020an de 37 mîlyon aboneyên nû bi dest xistiye.
20 Çile 2021
Wezîrê nû yê DYAyê: Tirkiye qaşo hevalbend e
Antony Blinkenê ku Joe Biden, Serokê nû yê DYAyê wê wî bike Wezîrê Karûbarên Derve ji bo Tirkiyeyê gotiye “qaşo hevalbend” û behsa mieyidiyan ango cezakirinê kiriye.
20 Çile 2021
1
...
210
211
212
213
214
...
221
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver