TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 210
E- Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal derket
E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal di encama Kargeha Rojnamegeriya Kurdî ya Dijîtal de bi edîtoriya Mûrat Bayram derket.
5 Sibat 2021
Aren Yıldırım
Dadgehê doza Kavalayî ya “sîxurtiyê” û ya “Gezi”yê kir yek doz
36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê digel parastina parêzeran û îfadeyên şahidan, daxwaza azadkirina Kavalayî qebûl nekir. Dosyeya Kavalayî û ya doza Geziyê kir yek dosye.
5 Sibat 2021
Hikmet Adal
DYAyê gotiye îdiayên Soyluyî ne rast in
Wezareta Karên Derve ya DYAyê bersiva gotinên Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî yên têkildarî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê daye.
5 Sibat 2021
Êrîşî Osman Gudu, bernameçêkerê KRT TVyê kirine
Osman Gudu, bernameçêkerê KRT TVyê dema ji ofîsa xwe ya li Kartala Stenbolê derdiket, kesekî êrîşî wî kiriye. Neh kêl avêtine serê Guduyî.
5 Sibat 2021
Twîtterê Bahçelî asteng kiriye
Twîtterê, ji ber gotinên Devlet Bahçelî, serokê MHPê yên ku ji bo xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê bikaranîbû, tweeta wî asteng kiriye.
5 Sibat 2021
Xwenîşandanên Bogaziçiyê: Dadgehekê du kesên din girtiye
Ji 23 kesên ku piştî li dozgeriyê îfade dan û derketin pêşberî heyeta dadgehê, 2 kes di derengê şevê de hatine girtin. Heyetê cezayê zindanîkirina li malê daye 14 kesan. Ji bo 7 kesan jî biryara qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê daye.
5 Sibat 2021
Duh 7 hezar û 909 kes bi Covid-19ê ketine, 113 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 145 hezar û 067 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 909 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 113 kes jî mirine.
5 Sibat 2021
Serjimara Tirkiyeyê ji 83 milyonî derbas bûye
Serjimara Tirkiyeyê ya 2020an li gorî sala 2019an 459 hezar û 365 kes zêde bûye û 83 milyon û 614 hezar û 362.
4 Sibat 2021
Berendamên Xelatên Kada Zêrîn ê 2021ê aşkere bûne
Fîlma bi navê Mank a derhêner Davîd Fincher di nav berendamên Kada Zêrîn de di şeş beşan de bûye berendam. Di beşa derhênerên her baş de ji 5 berendaman sê jê jin in.
4 Sibat 2021
Vîdeoya "Komxebata Li Tirkiyeyê Pirzimanî û Mafên Zimanan" hatiye weşandin
Komxebata Li Tirkiyeyê Pirzimanî û Mafên Zimanan li ser kanala YouTube-ê ya Çandên Tirkiyeyê hatiye weşandin. Komxebat bi beşdariya akademîsyen, zimanzan û nûnerên rêxistinên sivîl pêk hatibû.
4 Sibat 2021
3317 zanyar û rewşenbîran bang li hukumeta Tirkiyeyê kirine
Zanyarên navdar yên wek Judith Butler û Noam Chomsky jî di nav de 3 hezar 317 zanyar û akamîsyenan metneke piştgiriyê ji bo xwendekarên Bogazîçiyê belavkirine. Zanyaran di metna piştgiriyê de destnîşan kirine ku divê hukumeta AKPê rêz li xweseriya zanîngehê bigire û Melîh Bûlûyî jî dest ji kar bikişîne.
4 Sibat 2021
30 xwendekarên din jî serbest bûne
Ji 51 xwendekarên ku roja duşemê li ber avahiya rektoriyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê polîsan ew desteser kiribûn, 30 ji wan serbest bûne.
4 Sibat 2021
NYê gotiye xwendekarên Bogazîçiyê serbest bihêlin
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYê bang kiriye ku bila kesên di xwepêşandanên Bogazîçiyê de hatine girtîn û desteserkirin were berdan, polis bila dawî li bikaranîna hêza zêde bîne û gotinên rayedaran yên derbarê LGBTİyan de şermezar kiriye.
4 Sibat 2021
Duh 8 hezar û 102 kes bi Covid-19ê ketine, 117 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 148 hezar û 192 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 102 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 117 kes jî mirine.
4 Sibat 2021
Fincanci, Onderoğlu û Nesîn wê careke din werin dadgehkirin
13em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara Dadgeha Îstînafê qebûl kir ku Dadgeha Îstînafê, biryara beraetkirinê ya Korur-Fincanci, Onderoglu û Nesinî betal kiribû. Her sê nav wê dîsa din werin dadgehkirin.
3 Sibat 2021
Hikmet Adal
Xwendekarên ku gotine “Hevalên me serbest berdin” hatine desteserkirin
Xwendekarên ku di sepana Twîtter û Clubhouseyê de agahiyên têkildarî çalakiyên Bogazîçiyê parvekirine û yên ku nivîsandine “Hevalên me serbest berdin” vê sibê hatine desteserkirin.
3 Sibat 2021
“Heke tiştek bi serê zarokên me de were, wê kî hesap bide?”
LGBTI+yen ku derçûyên Zanînegeha Bogaziçiyê ne, Komeleya Mafên Mirovan ên Jinan – Çareseriyên Nû, komên ji malbatên LGBTIyan pêk hatine, derbarê êrîş û nirxandinên liser LGBT+yan daxuyaniyên nivîskî weşandine.
3 Sibat 2021
Li Polonyayê protestoyên qedexeya kurtajê di roja 7em de ne
Li Polonyayê protestoyên qedexeya kurtajê ku di 27ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû hefteyeke dewam dike.
3 Sibat 2021
“Tirkiye li Sûriyeyê herî hindik 63 kes desteser kirine û ew anîne Tirkiyeyê”
Rêxistina Çavdêriya Li Mafên Mirovan bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku Tirkiye û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê li Bakurrojhilatê Sûriyeyê herî hindik 63 welatiyên Sûriyeyê desteser kiriye û bi awayekî dijyasayî ew birine Tirkiyeyê.
3 Sibat 2021
Dadgeha Destûrî: Erka dadgehê nîne ku biryara me qebûl neke
Dadgeha Destûrî biryara xwe ya bihincet ya derbarê Enîs Berberoglûyî de aşkere kiriye. Dadgeha Destûrî gotiye, “Li gorî yasayên bingehîn erka dezgehên dewletê û dadgehan nîne ku biryarên Dadgeha Destûrî qebûl nekin.”
3 Sibat 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Hejmara sêyem a kovara Bernamegehê derketiye
Hejmara sêyem a kovara Bernamegehê derketiye ku bi awayê dijîtal weşana xwe dike.
3 Sibat 2021
Xwenîşandanên Bogaziçiyê: Ji 134 desteserkiriyan 76 ji wan serbest bûne
Walîtiya Stenbolê gotiye ku ji 94 kesên ku li Kadikoyê di dema xwenîşandanên protestoyî yên ji bo Zanîngeha Bogaziçiyê de hatine desteserkirin, 65 ji wan serbest bûne. 11 kesên ku li Beşîktaş û Sariyerê desteser bûbûn jî serbest bûne. 29 kes hîna desteserkirî ne.
3 Sibat 2021
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 22 jin kuştine
Mêran di Kanûna Paşiyê de tundkarî herî hindik li 60 jinan kiriye, herî hindik zarokek kuştine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 12 zarokan kirine, herî hindik 9 jin tacîz kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 28 jinan dane kirin.
3 Sibat 2021
Evrim Kepenek
Duh 7 hezar û 795 kes bi Covid-19ê ketine, 120 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 140 hezar û 120 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 795 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 120 kes jî mirine.
3 Sibat 2021
Bernameya meha Sibatê ya Wêjegeh Amedê diyar bûye
Wêjegeh Amed, di bernameya xwe ya meha Sibatê de wê cih bide bernameyeke bi navê “Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê”. Sazî wê vê mehê her weha yeksaliya xwe pîroz bike.
2 Sibat 2021
17 rêxistinên mafparêz piştgirî dane Korûr-Fîncanci, Onderoglû û Nesîn
Korur-Fîncanci, Onderoglû û Nesîn di doza Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê ya Ozgur Gundemê de wê ji nû ve were dadkirin. Ji ber vê yekê Saziyên fikrî yên weke IFEX, RSF, CPJ, IFJ, IPI û PEN daxwaza betalkirina tohmetên derbarê wan de kirine.
2 Sibat 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rojnameger Ferhat Çelîk, di danişîna yekem de beraet kiriye
Ferhat Çelîk, Berpirsê Karûbarên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê ku ji ber nûçeya “Li Baybûrtê kêzikan dixin xwarinên girtinan” doz lê hatibû vekirin, di danişîna yekem a dadgehkirinê de beraet kiriye.
2 Sibat 2021
Aren Yıldırım
nûçe
‘Peyvên Kurdî’ bi kurdî dide fikrandin, kurdiyê dide naskirin
Ferhat Baysal ku li Belçîkayê weke penaber dijî sepaneke bi navê 'Peyvên Kurdî' çêkiriye. Armanca Baysalî bi sepanê ewe ku him kurdî bide naskirin , fêrkirinê hêsantir bike û him jî fikirandina bi kurdî pêşbixe.
2 Sibat 2021
Aren Yıldırım
Kurmanciya “Dewran” û “Leylan”a Demîrtaşî çap bûne
Weşanxaneya Aramê “Dewran” û “Leylan”, her du pirtûkên Selahattîn Demîrtaşî bi kurmancî çap kirine.
2 Sibat 2021
"Dersdarên perwerdeya rû bi rû bidin wê werin derzîkirin”
Wezîr Selçûkî gotiye ku ji 15ê Sibatê û pê de wê hemû beşên dibistanên gundan û ji 1ê Adarê û pê de jî hemû dibistanên seretayî dest bi perwerdeya rû bi rû ya sivik bikin. Wê dê û bav biryarê bidin bê ka xwendekar wê biçin dibistanê yan na.
2 Sibat 2021
Beşek ji xwendekarên polîsan li Zanîngeha Bogaziçiyê ew desteser kiribûn, serbest bûne
Zêdetirî 100 xwendekarên ku polîsan ew duh li Zanîngeha Bogaziçiyê desteser kiribûn, piştî îfadeya wan hatiye wergertin, serbest bûne.
2 Sibat 2021
Duh 7 hezar û 719 kes bi Covid-19ê ketine, 124 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 141 hezar û 703 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 719 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 124 kes jî mirine.
2 Sibat 2021
1
...
208
209
210
211
212
...
219
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver