TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 209
Duh 7 hezar û 590 kes bi Covid-19ê ketine, 94 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 130 hezar û 313 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 590 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 94 kes jî mirine.
12 Sibat 2021
ÎHD: Di dema pevçûnan de 16 sivîl hatine kuştin
ÎHDyê Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2020an a Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Anatoliyayê aşkere kiriye û bal kişandiye ser bi awayekî sistematik zêdebûna binpêkirina mafên mirovan.
11 Sibat 2021
Enîs Berberoglû careke din mafê parlamenteriyê bi dest xistiye
Tezkereya ku ji bo Enîs Berbeoglû, parlamenterê CHPyê amade kirine, li Civata Giştî ya Parlamentoyê xwendine û Berberoglû careke din bûye parlamenter.
11 Sibat 2021
Polîsan daxuyanî asteng kiriye û herî kêm 9 kes desteserkirine
Li Edlîyeya Çaglayanê herî kêm neh kes ji bo ku xwestine 5 xwendekarên ku piştgirî dabûn protestoyên Bogazîçiyê û ji ber vê hatibûn desteserkirin, were azadkirin hatine desteserkirin.
11 Sibat 2021
Ji bo “Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz ya Kurdî” em li bendî serlêdanên we ne
Atolye BIA wê di navbera 20 û 28ê Sibatê de Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz pêk bîne. Kargeh wê bi kurdî be û heta 17ê Sibatê saet 10.00ê hûn dikarin serî lê bidin.
11 Sibat 2021
DYA: Kavalayî demildest azad bikin
Wezareta Karên Derve ya DYAyê di daxuyaniya xwe ya derbarê Osman Kavalayî de destnîşan kiriye û gotiye, “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku divê demildest Osman Kavalayî azad bikin û doza wî bi awayekî zû û zelal were bi dawî kirin.
11 Sibat 2021
Bernameya “Valentayna Kurdî” wê online pêk were
Bernameya “Valentayna Kurdî” ji ber şewba Covid-19ê wê îsal bi awayê online li Amed û Swêdê di heman demê de pêk were. Di bernameyê de wê sêva mîxekrêj were çêkirin.
11 Sibat 2021
Li Gareyê du leşker mirine
Artêşa Tirkan li Gareyê operasyoneke leşkerî daye destpêkirin. Di encama şer û pevçûnan de serpel Burak Coşkun û binefser Harun Turhan mirine.
11 Sibat 2021
Duh 8 hezar û 642 kes bi Covid-19ê ketine, 95 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 135 hezar û 867 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 642 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 95 kes jî mirine.
11 Sibat 2021
Dr. Şeyhmûs Gokalp tehliye bûye
Dr. Şeyhmûs Gokalp, endamê Lijneya Bilind a Rûmetê ya TTByê piştî ku 2 meh û nîvan girtî ma, îro biryara tehliyeyê ji bo wî derketiye.
10 Sibat 2021
Rojnamegeran piştgirî daye xwendekarên Bogaziçiyê
Rojnamegeran bi sernavê “Em serê xwe natewînin, em dizanin ku rojnamegerî ne sûc e” belavokek belav kirine û rojnamegerên bixwazin, dikarin heta 14ê Sibatê saet 23.59 deqîqeyan îmzeyê biavêjin bin wê.
10 Sibat 2021
Dadgeh derbarê doza kuştina Hrant Dînkî de wê di 5ê Adarê de biryara xwe bide
Di doza ku karmendên dewletê têde tên dadgehkirin ya derbarê kuştina Hrant Dînkî de parêznameyên tohbetbaran û gotinên parêzerên malbata Dînkî temam bûn. Tê çaverêkirin ku dadgeh di danişîna 5ê Adarê de biryara xwe aşkere bike.
10 Sibat 2021
Hikmet Adal
PENa îngilîzî xelatek wergeriyê wê bide kurmanciyê
Di nava berhemên ku xelat stendine de yekem care ji Gîne, Cezayîr û Benînê pirtûk û berhemên ku ji Kurmancî û zimanî Gûnî hatine wergerandin, hene.
10 Sibat 2021
Erdogan: Destûra Bingehîn her gavê derket pêşberî me
Serokomar Erdoganî gotiye: “Dema em li ser Sîstema Hikûmeta Serokomariyê dixebitîn, me dît ku her gavê mijara destûra bingehîn derdikeve pêşberî me. Di dema amadekariyên reforma darazê de jî em bûn şahidê vî tiştî.”
10 Sibat 2021
Lêpirsîna dekanê ku gef li xwendekaran xwaribû wê were kirin
Lêpirsînname ji bo Cevdet Kiliç, Dekanê Fakulteya Îlahiyatê yê Zanîngeha Trakyayê hatiye vekirin ku gotibû, “Ev mehek derbas bûye ku hûn çalakiyan dikin, ne. Em çalakiyan nakin. Em şevê karê xwe diqedînin û sibehê diçin ser karê xwe, min xwest hûn bizanibin.”
10 Sibat 2021
Di Kanûna Paşiyê de herî hindik 199 karker mirine
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewheliya Karî (ISIG) rapora xwe ya Kanûna Paşiyê ya 2021ê aşkere kiriye ku tê de behsa mirina a dema karî de dike.
10 Sibat 2021
Duh 8 hezar û 636 kes bi Covid-19ê ketine, 98 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 137 hezar û 712 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 636 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 98 kes jî mirine.
10 Sibat 2021
Rojnameger Hatîce Kamerê careke din beraet kiriye
Rojnameger Hatîce Kamera ku ji ber fotografên daxuyaniyên civînên çapemeniyê yên HDP û KCDyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandiye, dihate dadgehkirin. Piştî ku Dadgeha Îstînafê biryara beraetkirina wê betal kir, careke din hatiye dadgehkirin û dîsa biryara beraetê ji bo wê derketiye.
9 Sibat 2021
DMMEyê di doza istismara zayendî de ceza daye Tirkiyeyê
DMMEyê biryar daye ku zaroka rastî istismara zayendî hatîye ji aliyê rayedaran ve nehatiye parastin û mafê wê hatiye binpêkirin û 28 hezar Euro ceza daye Tirkiyeyê.
9 Sibat 2021
Derbeya Myanmarê: Tûndkariya polîsan zêde dibe
Polîsên Myanmarê li gel ku civînên mezin yên ji gel re vekirîne hatine qedexekirin, êrişên xwe yê li ser xwepêşanderên zêde kirine.
9 Sibat 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dadgehekê cezayê girtîgehê li doktorî biriye ku gotibû “Elewî terorîst in”
Doktorê ku ji nexweşekî xwe re gotibû “Elewî li Cemxaneyan reqqaseyan didin lîstin. Hemû terorîst in. Berkin Elvan jî terorîst e” hatiye cezakirin. Dadgehekê bi tohmeta ku “kîndarî û dijminatiyê di nava gelî de çêdike” ceza lê biriye û cezayê wî taloq kiriye.
9 Sibat 2021
Ayça Söylemez
“Girtî dixwazin tecrîd bidawî bibe”
Rêxistinên civaka sivîl derbarê greva birçîbûnê ya li girtîgehan de daxuyaniyek dane û gotine “Di serî de mafê tenduristiyê, ji bo hemû mafên jiyanê yên girtiyan werin parastin, divê rayedar persiyariyên xwe pêk bînin.”
9 Sibat 2021
Dadgehê vê carê biryara derbarê Berberoglûyî de pêk aniye
14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê vê carê li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya derbarê Enîs Berberoglûyî de pêk aniye. Heyeta dadgehê hemû biryarên derbarê Berberoglûyî dabûn, betal kirine.
9 Sibat 2021
53 kes bi şertê kontrola edlî serbest mane
53 kesên ku li Kadikoyê him ji bo piştgiriyê bidin xwenîşandanên Bogaziçiyê û him jî ji bo avakirina Hêzên Têkoşîna Yekgirtî ragihînin hatibûn ba hev û polîsan ew desteser kiribûn, bi şertê kontrola edlî serbest mane.
9 Sibat 2021
Duh 8 hezar û 103 kes bi Covid-19ê ketine, 103 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 139 hezar û 378 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 103 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 103 kes jî mirine.
9 Sibat 2021
Hejmara 11em a Kovara Zrîngê çap bûye
Hejmara 11em a Kovara Zrîngê derketiye ku kovarê di berga xwe de bal kişandiye ser 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê û polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina zimanê kurdî.
8 Sibat 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Hîndistanê ji ber qeşayiyê 19 kes mirine
Beşek ji qeşaya Hîmalaya ketiye bendavê û di encamê de lehî rabûye û 19 kes mirine. Li gorî raporên dawî ji ber germbûna kurewî di 23 salan de 28 trîlyon qeşayî heliyaye.
8 Sibat 2021
Dozgeriye xwestiye ku bila dadgehkirina Enîs Berberoglûyî were sekinandin
Dozgeriyê nêrîna xwe ya derbarê biryara Dadgeha Destûrî ya ji bo Enîs Berberoglûyî de pêşkêşî 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê kiriye. Dozgeriyê xwestiye ku Berberoglû heyeta dadgehê biryara Dadgeha Destûrî qebûl bike û dadgehkirina wî bide sekinandin.
8 Sibat 2021
Di dema qedexeya derketina derve de ceza li 32 hezar kesî birîne
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di dema qedexeya derketina derve de li 81 bajaran, ceza li 32 hezar û 181 kesî birine.
8 Sibat 2021
61 kesên polîsan ew li Kadikoyê desteser kiribûn, birine edliyeyê
61 kesên ku li Kadikoyê him ji bo piştgiriyê bidin xwenîşandanên Bogaziçiyê û him jî ji bo avakirina Hêzên Têkoşîna Yekgirtî ragihînin hatibûn ba hev û polîsan ew desteser kiribûn, vê sibê birine edliyeyê.
8 Sibat 2021
Duh 6 hezar û 670 kes bi Covid-19ê ketine, 112 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 129 hezar û 715 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 670 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 112 kes jî mirine.
8 Sibat 2021
Xwenîşandanê Bogazîçiyê: Xwendekar Beyza Bûldag hatiye girtin
Beyza Buldaga ku bi îdiaya li Twîtterê hesabê @boundayanismayê birêvedibe hatibû desteserkirin, bi tohmetên “dijminahî û kîn û nefretê di nava gel de belav kiriye û ji bo pêkanîna sûc tehrîk kiriye” hatiye girtin.
8 Sibat 2021
1
...
207
208
209
210
211
...
218
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver