Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weşanxaneya Aramê Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Mûsa Anterî ya ku cara pêşiyê di sala 1967an de çap bûye, piştî 54 salan careke din weşandiye.
Weşanxaneyê Ferheng jî di nav de hemû berhemên Apê Mûsayî bi navê “Musa Anter Hemû Berhemên Wî” kom kiriye û weşandiye.
Di nava vê cildê de pirtûkên ku hatine çapkirin ev in: “Birîna Reş", "Kara Yara", "Kimil", "Fıkralar", "Kimil Davası", "Şarktan Manzaralar", "Doğu'nun Kalkınması Türkiye'nin Kalkınması Demektir", "Vakayîname", "Hatıralarım 1-2", "Ülke ve Gündem Yazıları", "Çinara Min", "Ferhenga Kurdî Tirkî - Kürtçe Türkçe Sözlük”.
Berhema navborî ji hezar û 590 rûpelan pêk hatiye û Ulaş Guldîken, Îlhamî Sîdar û Rêdûr Dîjleyî edîtoriya wê kiriye.
Weşanxaneyê di daxuyaniya xwe ya derbarê berhemê de wiha gotiye:
“Di vê berhema qerase de hûnê fikr û ramanên Apê Mûsayîyên bandor li nifşan kiriye, têkoşîna wî, hemû taybetmendiyên wî yên entelektuelî û mirovî bibînin. Di her rûpela ku hûnê bizîvirînin de hûnê ji nêz ve bibin şahidê êş û kêfxweşiyên wî, raman û bîranînên wî, xeyal û tecrûbeyên wî.” (FD)