Dîcle Anter: Ma ji bo dewletê gelekî zihmete ku ‘Yeşîl’î derxe hole?
Dîcle Anter, kurê Mûsa Anter pêş danişîna doza bavê xwe weha got: “Dibêjin ku amûrên herî teknîk, herî baş yên cîhanê bi me re ne. Me bi firokeyên bê mirov(IHA û SIHA) qonaxeke nû vekir, em vê dikin û wê dikin. Van tiştan dibêjin, lê bila wê demê Yeşîl jî derxin holê. Ma ji bo dewletê gelekî zihmete derxe hole ku ‘Yeşîl’î sax e an miriye.”