Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Malbata Mûsa Anter û parêzerê malbatê Selîm Okçûoglû ji bo doza kuştina Mûsa Anterî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane. Doza Mûsa Anter di 21ê Îlona 2022an de ketibû ber demboriyê.
Danişîna biryardayînê ya doza Apê Mûsa (Mûsa Anter) ku di 20ê Îlona 1992an de li Amedê hatibû qetilkirin, di 21ê Îlonê de li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatibû lidarxistin.
Dadgehê biryara xwe eşkere kiriye û bi hinceta ku di ser doza qetilkirina Mûsa Anterî re 30 sal derbas bûne û ketiye ber demboriyê, biryara betalkirina dozê daye.
Bixwîne- Dadgehê bi mehneya ku ketiye ber demboriyê doza qetilkirina Mûsa Anterî betal kiriye
Piştî biryara dadgehê malbata Anter û parêzerê malbatê Selîm Okçûoglû serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Enqereyê dabûn. Di ser serlêdanê re 3 hefte derbas bûne lê hê jî dadgehê hinceta biryara xwe eşkere nekiriye. Ji ber vê yekê malbatê û parêzerê malbatê têkildarî biryara "demboriyê" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane.
Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter jî gotiye, “Di doza Musa Anter de biryara bi hincet nehatiye aşkerekirin. Piştî serlêdana îtirazê, di 19ê Çiriya Pêşiyê de me bi Selîm Okçuoglû re serlêdana xwe li Dadgeha Destûra Bingehîn kir.”(HA/AY)