Fotograf: MA
Rojnameger û nivîskar Apê Mûsa, li Seytantepeya Amedê, li wî cihê ku 29 sal berê lê hatiye qetilkirin, hatiye bibîranîn.
Komeleya Dîcle Firatê ya Rojnamegeran (DFG) ji bo bîranîna Apê Mûsayî li wê kuçeyê bernameya bîranê li dar xistine. Gelek rojnameger û rêveberên Partiya Gel a Demokratîk (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER, TUHAY-DER, MED-DERê û komek kesên din beşdarî bernameyê bûne. Di dema bernameyê de wêneyên rojnamegerên ku hatine kuştin hatin, hildane. Bernameyê bi rêzgirtinê destpê kiriye.
Bixwîne - Ji ber bibîranîna Mûsa Anterî çalakî li Mêrdînê qedexe kirine
"Pênûsa wî li erdê nema"
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) di bernameyê de de ewilî Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglû axiviye: “Zîhniyeta ku 29 sal berê li vê kuçeyê xwest Apê Mûsa qetil bike, xwest ku tevahiya çapemeniyê kurd were bêdengkirin. Tevî hemû zext û kuştinan jî pênûsa Apê Mûsa li erdê nema. Em îro jî li vir didin nîşandan û dibêjin, wê çapemeniya kurd neyê bêdengkirin. Yên ku Ferhat Tepe gulebaran kirin, xwestin kevneşopiyek tune bikin. Yên ku wê rojê Apê Mûsa gulebaran kirin, xwestin wê pênûsê li erdê bihêlin, lê çapemeniya azad ev kevneşopî domand û destûr neda mexseda wan. Ji bo kujerên Apê Mûsayî bên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
"Em ê hesab ji kujeran bixwazin"
Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz jî axiviye û destnîşan kiriye ku zîhniyeta 29 sal berê dixwest Musa Anterî bikuje, dixwest têkoşîna azadiyê ya kurdan biqedîne: “Lê belê têkoşîna gelê kurd, bi rengekî zindî mîna roja destpêkê dewam dike. 29 sal derbas bûn, her çend di derbarê kesên ku Apê Musa qetil kirin de gelek axaftin hatin kirin jî, kiryar nayên darizandin. Em ê ti carî kuştina kiryarên wê nediyar ji bîr nekin, lewra ne 29 sal, 49 di ser kuştinê de derbas bibe jî em ê vê kuştinê ji bîr nekin. Em ê di têkoşîna heqîqetê de israr bikin û hesab ji kujerên Apê Mûsayî bixwazin.”
Qurnefîl danîne cihê ku lê hatiye qetilkirin
Piştî axaftinan dirûşma “Şehîd namirin” hatiye berzkirin. Dûvre beşdar heta cihê Apê Mûsa ku lê hatiye qetilkirin meşiyaye û wêneyê Apê Mûsa û qurnefîl danîne wî cihî û ew bibîr anîna. (FD)