Duh 25 hezar û 980 kes bi Covid-19ê ketine, 340 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 240 hezar û 145 kesan hatine kirin û di encamê de testa 25 hezar û 980 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 340 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 240 hezar û 145 kesan hatine kirin û di encamê de testa 25 hezar û 980 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 587 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 340 kes bi nexweşiyê mirine. 75 hezar û 182 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 532 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 875 hezar û 388e.
Her weha 40 hezar û 844 kes mirine. 4 mîlyon û 480 hezar û 381 kes jî baş bûne.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.