Fotograf: Murat Bayram
Evdilbasid zarokekê sê salî ye. Ew penaberekê ji Efxanistanê ye û li bin dareka di bexçeyê termînala otobûsan ya Amedê de dijî.
Ji ber ku di şevan de dinê sar e dêya Evdilbasidî du çakêt kirine ber wî. Dema wê zanî ez dixwazim wêneyên Evdilbasidî bigirim wê çakêtekê jê re mezin ê kesk ji ber kir. Çakêtê zarokî yê nexşên Efxanîyan li ser diyar bû. Ew 15 roj in di rêyan de ne, westiyayî dixweyîn.
*Evdilbasid û du apên xwe
Her roj bi dehan penaber ji sînorê Îran û Tirkiyeyê diborin. Ji bajarê Wanê heta Amedê dimeşin. Ji wê derê pê ve bi otobûsan li bajaran belav dibin. Ji ber ku derketina derve ji bo 17 rojan qedexe ye, penaber li termînala otobûsan asê mane û li wê derê dijîn.
Evdilbasid, birayê xwe, dêya xwe û du mamên xwe dê biçin Enqereyê. Bavê wî ji beriya wan çûye Enqereyê. Li gundekê wî bajarî dest bi cotkarîyê kiriye. Ji malbata xwe re jî gotiye werin.
Lê her ji destpêkê ve bextê malbatê reş bûye. Hêj ew negihayîn sînorî tirimbêla ew tê de qeza kiriye û tirimbêl qulipîye.
Xwîna ji ranê Nasir Kayyûmî(mamê Evdilbasidî) hatî bi pantorê wî ve maye. Rûyê wî birîndar e. Ew dibêje pişta wî jî diêşe.
Ya rewşa wê herî xerab dêya Evdilbasidî bûye. Di qezayê de gehika pêyê wê ji cihê xwe çûye. Hatiye cebirandin û paçikek lê hatiye alandin, bi wê êşê ve ew mecbûr maye sê roj û şevan ji Wanê bimeşe Amedê.
Nasir dibêje heger hin tirimbêlan di beşeka rêyê de ew siwar nekiriyan wan dê nekariya bigihin Amedê.
Dewlet çavên xwe li penaberan digire. Lê dema dewlet hebûna wan qebûl nake ji barê alîkarîyê jî xwe xelas dike.
Hin xêrxwazan cilik û xwarin ji penaberan re aniye. Firavîna malbata Evdilbasidî ya ji pênç kesan pêk tê, hin çerez û pakêteka biskûvîyan û aveka fêkîyan e.
Me pirsa çîroka hatina Amedê ji penaberekê bi navê Ensar Îbrahîmî kir. Wî gelek kurt bersivand:
“Em cemidîn. Em birsî bûn. Em tirsan. Em westiyan!”
Tîrmeha 2020ê keştîyeka ya kêm 100 penaber tê de binav bûbû û herî kêm 11 kes miribûn. Wezîrê Karên Navxweyî, Suleyman Soyluyî daxuyandibû ku 60 penaber di keştiyê de hebû.
7ê Tîrmehê dema ez gihayîm Wanê du term dî jî hatibûn derêxistin lê di daxuyanîyên fermî de jimara miriyan nehatibû guhertin.
Bixwîne - Hejmara cesedên ku ji Gola Wanê hatine derxistin gihîştiye 60an
Digel malbata Evdilbasidî bi dehan malbat li termînala otobûsan bêçare ne. (MB/FD)