VÎDEO - NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Îşev, don’t cry yadê!
.jpg)
Vîdeo - Fotograf: Murat Bayram
Rêzefîlma bi navê Îşev li bajarê Êlihê tê amakirin. Çêker û lîstikvanên rêzefîlmê ji bianet Kurdîyê re behsa guherîna Îşevê ya li jiyana wan dike kirin.
Çêkerê rêzefîlmê Agît Firatî diyar kir û got, ew bi bûtçeyeka ku 90 hezar Lîreyên Tirkan e hewil didin sezoneka rêzefîlmê temam bikin.
Wî dîyar kir ku sponsor alîkarîyên wek xwarin û çûnûhatinê dide wan lê ev têra wan nake. Ji aliyê dî ve hin beşên rêzefîlmê li YouTubeyê ji milyonekê zêdetir hatine temaşekirin. Vê yekê tesîreka gelekê erênî li lîstikvanan kiriye.
Deniz Ozerê ku bi navê Deno tê naskirin dibêje ji ber ku ev rêzefîlm karê koma wan bi xwe ye li ber dilê wan wek zarokekê ye.
Lîstikvana bi navê Gulan Mizgîn Tekin di rêzefîlmê de dibêje “don’t cry yadê! (yadê negirî!)” Welê dixweyî ku lîstikvan di bêderfetîyê û zehmetîyê de li şûna girîyî berhemeka kenî çêdikin, dikenin û didin kenandin.
Têbînî: Hemî pêkhatîyên vê nûçeyê bi telefona destan hatine çêkirin. AtolyeBia di perwerdeyên xwe de dersên nûçegihanîya bi telefonên destan dide.
(MB/FD)
NIVÎSA MURAT BAYRAMÎ
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e"

NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Kerên karker ên şaredarîyê rojeka xwe çawa diborînin?
.jpg)
MURAT BAYRAMÎ NIVÎSAND
Rapora Reutersî û tama tehl a gîyayê hewşê
.jpg)