VÎDEO - NÛÇE
Kerên karker ên şaredarîyê rojeka xwe çawa diborînin?
.jpg)
Qemer kerekê 15 salî ye. Ji 5 salîya xwe ve karkerê Şaredarîya Artûklûyê yê paqijîyê ye. Huseyîn Açilmişê 40 salî jî deh sal in ji bo şaredarîyê kar dike. Wî û Qemerî bi hev re dest bi karî kiriye û 10 sal in hevkarên hev in.
Ji ber ku ker jî karkerên fermî yên şaredarîyê ne wek mirovan sîgorteya wan jî tê çêkirin. Ji ber wê di medyayê de bi nûçeyên "kerên bisîgorte yên Mêrdînê" hatine nasîn.
MOJO: Nûçegihanîya bi telefonan
Ev nûçe bi şêweyê MOJOyê (Mobile Journalism, Nûçegihanîya bi telefonên destan) hatiye amadekirin. Dîmen, montaj(bi hev ve dana dîmenan), dengê hevpeyvînan û dengê nûçegihanî yê lê hatî barkirin bi telefonên destan hatine amadekirin.
MOJO beşek ji nûçegihanîya dîjîtal e ku li Atolye Biayê dersên wê tê dayin.
Nûçe, wêne û montaja vîdeoyan: Murat Bayram
Kamêre: Ekrem Yildiz
(MB/FD)
VÎDEO - NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Îşev, don’t cry yadê!
.jpg)
NIVÎSA MURAT BAYRAMÎ
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e"

NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane
.jpg)
MURAT BAYRAMÎ NIVÎSAND
Rapora Reutersî û tama tehl a gîyayê hewşê
.jpg)