Kovara modayê “Kurbar” derketiye
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kovara modayê ya bi navê “Kubar”ê bi awayekê dîjîtal dest bi weşana xwe kiriye. Edîtora kovarê Leyla arisoyê ji bianet Kurdîyê re got, tiştên li jiyana me ya rojane heyîn bila li jiyana me ya nivîskî jî hebin.
Navenda Kubarê li Diyarbekirê ye. Edîtorên wê Leyla Arisoy û Ayşenur Ozel in. Şêwirmend û Redaktor Înan Eroglu ye.
Edîtoran bi van gotinan silavek daye xwendevanên xwe:
"Silav û rêz ji we re canik û camêrino. Hejmara me ya ewil di destê we de ye. KUBAR dê wekî e-kovareke derheqê moda, makyaj û her tiştê têkildarî jiyanê de weşana xwe bidomîne. Daxwaziya me ev e ku hûn bi kêfxweşî bixwînin. Armanca me ev e ku em modaya cîhanê û ya kurdan nîşan bidin. Ji ber ku em ne pisporên vê mijarê ne û ji ber ku ev weşaneke dilxwazane ye, bê guman kêmasiyên me gelek in di vê mijarê de. Em bawer dikin ku bi demê re em dê bi pêş bikevin.”
Çima nebe?
Leyla Arisoyê ji bianetê re got:
“Di axiftinên xwe yên rojane de em dipirsin ka me bincilên çawa tercîh kirine. Me çi kiriye û çi nekiriye. Em behsa cil û berg, xeml û spehîtîya hev û kesan dikin. Çima di kovarekê de ev nebin.”
“Ya rastî reaksîyonên gelek dilxweşker hebûn. Ez li bendê bûm hin kes xwe ji me aciz bikin. Lê heta niho tiştên qenc têne gotin.”
“Em ditirsîyan hin kes xwe nerazî bikin... Mesela me behsê kiribû ku Kerem Sevinç her cilikên teng li xwe dike, Harun Elkî bi tenê tîşortê reş li xwe dike, Rûşen Alkar cilikên li gor şêweyê laşê xwe tercîh nake...”
Hûn dikarin e-kovarê bi vê lînkê bibînin û bar bikin.
(MB)
Wêne: Leyla Arisoy (Murat Bayram/bianet)
VÎDEO - NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Îşev, don’t cry yadê!
.jpg)
NIVÎSA MURAT BAYRAMÎ
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e"

NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Kerên karker ên şaredarîyê rojeka xwe çawa diborînin?
.jpg)
MURAT BAYRAMÎ NIVÎSAND
Rapora Reutersî û tama tehl a gîyayê hewşê
.jpg)