Enstîtûya Xebatên Rojnamegerîyê ya Reutersî ya Zanîngeha Oxfordê li 40 welatan bi zêdetirî 80.000 kesan re rapirsîneka berfireh kiriye. Di nav wan welatan de Tirkiye jî heye. Ji bo medyaya kurdî bi taybetî ti dane nînin. Lê wek meseleya “keça min ji te re dibêjim, bûkê bila guhê te lê be” daneyên ji bo Tirkiyeyê ji bo medyaya kurdî jî agahîyan dide.
“Gîyayê hewşê bi hemî zimanan tehil e”
Li nik kurdên bakurî, qinaetek heye em dibêjin “kurd, kurdî naxwînin” lê piştî raporê ez dikarim bi rihetî bibêjim ku kur ji kurdan naxwînin. Kurd guh û çavên xwe nadin kurdan.
Hemî ajansên kurdan ên li bakurê zimanê wan ê destpêkê tirkî ye û di nav zimanan de zimanê kurdî jî heye. Ajans diyar dikin ku kurd ji ber bi zimanê tirkî dixwînin, wan welê kiriye. Lê welê dixweyî ku ev teorîya wan jî ne rast e. Kurd ji kurdan naxwînin.
Di lîsteya malperên herî zêde tên teqîbkirin de, di rêza herî dawiyê de (16.) ensonhaber.com heye. Li gor malperên reyting hesibandinê (similarweb) ensonhaber di mehekê de nêzîkî “25 milyon” caran hatiye tikandin, mezopotamyaajansi22.com “168 hezar” caran hatiye tikandin.
Dema ku em bifikirin di sîstemê de ya kêm 20 milyon kurdên bakurî hene û ajansa herî mezin a bakur jî Mezopotamya ye, em dikarin bi awayekê gelekê zelal bibêjin kurd ji kurdan naxwînin.
Êdî hêceta kurd kurdî naxwînin jî bêwate ye. Rojnamegerên kurd dikarin bi dilekê rihet dest ji zimanê tirkî berdin.
Nexwe kurd ji kê dixwînin
Di raporê de yek ji tiştên herî berbiçav ew e ku mixalifên hikûmeta Tirkiyeyê bilind dibin. Di serê lîsteya medyaya herî zêde bawerî lê heyî û medyaya herî zêde tê teqîbkirin de Fox TV News heye.
Di wan lîsteyan de rojnameya Cumhuriyetê û Oda TVyê jî di pileyên bilind de cih girtine.
Welê diyar dibe ku kurdên piştgirên hikûmetê medyaya hikûmetê dixwînin yên mixalifê hikûmetê jî medyaya tirkan a mixalifên hikûmetê dixwînin. Di vê rewşê de bazara medyaya kurdan a bi zimanê tirkî jî kesad e.
Desthilata TVyan şikestîye
Ji sedî 85ê xelkê bakur û Tirkiyeyê ji platformên online û ji sedî 68ê xelkê ji televizyonan li nûçeyan dinêrin.
Lê medyaya kurdan (bi hemî zimanan) ji vê rewşê re ne amade ne.
Naverokên bi tenê ji bo medyaya civakî hema bêje nayên çêkirin. Sepanên gelek organên medyaya me(yên başûr ne tê de) nînin.
Ji sedî 70yê şopînerên medyayê ji telefonên xwe û ji sedî 40 bi kompîteran li medyayê dinêrin.
Hevoksazîya nivîsan, dîzayna malperan û pêşkêşkirina nûçeyan ne li gor ekrana(şaşeya) telefonan têne amadekirin.
Agahî blok bi blok nayên pêşkêşkirin, di hevokan de gihanekên wek “ku”yê gelek têne bikarînan û hevok dirêj dibin.
Lêgerîn
Li welatên pêşketî xelk bi rêjeyeka kêm bi lêgerikan (wek: Google, Bing, egerin) li nûçeyan digerin. Li Tirkiyeyê ji sedî 57ê nûçeyan bi lêgerikan têne dîtin. Ev rêje li Swîsrayê ji sedî 29 e, li Swêdê ji sedî 25 e.
Di medyaya kurdan de “miftegotinên” ji bo lêgerikan gelek kêm têne nivîsîn.
Medyaya civakî
Facebook û Instagramê zora Twitterê biriye
Wek her sal, xwendevan herî zêde ji Facebookê nûçeyan ditikînin, paşê YouTube, Instagram, WhatsApp û Twitter.
Ya rastî ji min re jî ketina Twitterê û bilindbûna Instagramê sûrprîz bû.
Welê dixweyî şopînerên Twitterê dibînin lê natikînin lê yên Facebookê ditikînin.
Ji sedî 49 ji Facebookê nûçeyan ditikînin ji sedî 67ê bikarhîneran jî bi Facebookê hemî medyayê(cihên derveyî nûçeyan jî) ditikînin.
YouTube %45 û Instagram %40, Twitter bi tenê %30.
Tekane perwerdeya rojnamegerîya dîjîtal a bi kurdîyê Atolye bia dide, li gor min piştî dîtina vê rewşê divê hem li biayê hem jî li derveyî biayê jimara perwerdeyan bêne zêdekirin.
Têbînî: Ev nivîsara we xwendî li gor pîvanên medyaya dîjîtal hatiye nivîsîn. (MB/FD)