TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 211
Li Zanîngeha Bogazîçiyê polîsan gelek kes desteser kirin
Li Zanîngeha Bogazîçiyê protestoyên li dijî biryara “tayînkirina kayûmî” bi ber Deriyê Başûrî dewam dikin. Polîsan li ber Deriyê Başûrî du xwendekar desteser kirin. Serpîl Kemalbay, Parlamentera HDPyê jî got ku li Etîlerî nêzîkî 35 xwendekar hatine desteserkirin.
1 Sibat 2021
Dilek Şen
Dadgehekê 4 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Îdrîs Sayilganî birîye
Bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 4 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Îdrîs Sayilganî birîne. Sayilgan hezar û 137 rojan girtî mabû û di 27ê Çiriya Paşiyê ya 2019an de tehliye bûbû. Doza navborî dema ew girtî bû, lê vekiribûn.
1 Sibat 2021
Rewşa azadiya xweîfadekirinê ya li Tirkiyeyê
Rojnamegerên Sînornenas rewşa azadiya xweîfadekirinê ya Tirkiyeyê bi hejmaran şîrove kiriye û weke daxuyaniyekê weşandiye. Li gorî daxuyaniya RSFyê di 5 salên dawiyê de zêdetirî 200 rojnameger girtine.
1 Sibat 2021
Dadgehê derketina derveyî welat ji gumanbarên doza Geziyê re qedexe kiriye
30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya ku girteya destpêkirina dozê ji bo dadkirina ji nû ve amade dike, qedexeya derketina derveyî welat daye 8 kesan. Dadgehê biryar daye ku wê danişîn di 21ê Gulanê de pêk were.
1 Sibat 2021
Platforma Zimanê Kurdî ji serokomar Erdogan re name şandiye
Platforma Zimanê Kurdî ji bo ku Zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe fermî nameyek ji Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê re şandiye.
1 Sibat 2021
Yekem kovara wêneromanî a bi kurdî ya zarokan GOG derketiye
GOG, yekem kovara dîjîtal a wêneromanî a bi kurmancî û kirmanckî/zazakî dest bi weşanê kiriye.
1 Sibat 2021
Li Myanmarê artêşê derbeya leşkerî pêk aniye
Artêşa Myanmarê dest daniye ser rêveberiya welêt. Win Myint, Serokdewletê Myanmarê hatiye desteserkirin. Partiya desthilat ji bo li dijî dîktatoriya leşkerî serî hildin, bang li gelî kiriye.
1 Sibat 2021
Li Behra Egeyê erd çar caran hejiyaye
Li gorî amarên ku Resetxaneya Kandîlliyê belav kirine, li Behra Egeyê çar caran erd hejiyaye ku ya herî mezin bi pîleya 5,2yê bûye.
1 Sibat 2021
Duh 6 hezar û 562 kes bi Covid-19ê ketine, 128 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 136 hezar û 418 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 562 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 128 kes jî mirine.
1 Sibat 2021
Şaredarê Nevşehîrê îstifa kiriye
Rasîm Ari, Şaredarê Nevşehîrê him ji partiya xwe AKPê him jî ji şaredariyê îstifa kiriye. Hatiye diyarkirin ku Navenda Giştî a AKPê xwestiye Ari îstifa bike.
29 Çile 2021
“Ji sedî 47,5ê Sûriyeyiyan zarok in”
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê ya 2020an ji sedî 47,5ê sûriyeyiyên ku li Tirkiyeyê ne zarok in û temenê wan di navbera 0-18an de ye.
29 Çile 2021
Şaredariya Amedê ajalên ku hewcedarê xwedîkirinêne berdaye kolanan
Navenda Rehabilîtasyon û Xwedîkirina Ajalan a Şaredariya Amedê gelek ajalên ku hewcedarê xwedîkirinê ne û di bin parastina wan de ne bi awayekî bêkontrol berdaye kolanan.
29 Çile 2021
Ayşe Gokkan, Berdevka TJAyê hatiye girtin
Ayşe Gokkan, Berdevka TJAyê piştî ku du şev berê ew desteser kiribûn, duh hatiye girtin û ew şandine girtîgehê.
29 Çile 2021
3 milyon û nîv derziyên din ji Çînê anîne Tirkiyeyê
Balafira ku 3 milyon û nîv derziyên din ên Covid-19 barkirî, ji Pekînê anîne Stenbolê. Di vê qonaxê de wê 10 milyon derzî werin ku 3 milyon û nîv, beşa duyem a vê qonaxê ye.
29 Çile 2021
“Dema dibe behsa kurdan, mixalefet û desthilat dibin yek”
Partiya Însan û Azadiyê ev sê sal in ku bi awayekî fermî nayê avakirin. Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê partiyê got ku wan gelek caran ji bo serlêdanên xwe daxwazname pêşkêşî Wezareta Karûbarên Navxweyî kirine lê rasterast ti bersivan nadin wan.
29 Çile 2021
Dilek Şen
Duh 7 hezar û 279 kes bi Covid-19ê ketine, 129 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 173 hezar û 210 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 279 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 129 kes jî mirine.
29 Çile 2021
“Civak sîstema parlamenteriyê ya bihêzkirî dixwaze”
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê CHPyê bi Alî Babacan, Serokê Giştî ê Partiya DEVAyê re hevdîtin pêkaniye.
28 Çile 2021
Her ji 3 ciwanan ciwanek dixwaze biçe ji derveyî Tirkiyeyê
Li gorî lêkolîna ku Komeleya Habîtatê kiriye, rêjeya kesên di sala 2017an de digotin “ez di jiyanê de bextewar im” ji sedî 71 bû lê di sala 2020an de ev rêje daketiye ji sedî 58an.
28 Çile 2021
Polîsan Ayşe Gokkan, Berdevka TJAyê desteser kiriye
Dadgehekê ji bo Ayşe Gokkan, Berdevka Demkî ya TJAyê biryara girtinê derxistiye û polîsan ew desteser kiriye.
28 Çile 2021
Festîvala Lîstikên Jinan wê dest pê bike
Festîval, di navbera 4-11ê Adarê de li Sahneya Bîlkent ASTya Enqereyê û 17-27 Adarê de jî wê li Vûral Sînemayê ya Ayvalikê, bi piştgiriya Şaredariya Ayvalikê pêk were. Di festîvalê de wê her roj behsa çîroka jinekê bike.
28 Çile 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Belçîka wê melayekî dij-hevzayend dersînor bike
Belçîka wê melayê Mizgefta Kesk (Groen Moskee) yê bi ser Saziya Karûbarên Diyaneta Tirkiyeyê ve girêdayî ye û li dijî hevzayendiyê derdikeve, dersînor bike.
28 Çile 2021
Grafîk û rapora tundkariya mêran a 2020an
Mêran di sala 2020an de herî hindik 284 jin, pitik jî di nav de 26 zarok kuştine, tundkarî li 792 jinan kirine.
28 Çile 2021
74em Festîvala Fîlman a Cannesê ji ber Covîd-19ê hatiye bipaşxistin
74em Festîvala Cannesê wê li Fransayê di navbera 11 û 22yê Gulanê de pêk bihata. Festîval ji ber şewba koronayê wê di meha Tîrmehê de pêk were.
28 Çile 2021
Duh 7 hezar û 489 kes bi Covid-19ê ketine, 132 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 179 hezar û 419 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 489 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 132 kes jî mirine.
28 Çile 2021
Çerkezoglû: Mimkine kêmtirîn mehane heta 750 lîreyî were zêdekirin
Arzû Çerkezoglû, Seroka Giştî a DÎSKê serdana CHPê kiriye û gotiye, “Kêmtirîn mehaneya sala nû weke 2 hezar û 825 lîre hatibû diyarkirin. Hîna di rojên destpêkê yên sala nû de bi awayekî ciddî zam çêbûne û kêmtirîn mehane dikare were guherandin. Mimkine ku bêyî qutkirina bacan, heta 750 lîreyî li kêmtirîn mehaneyê were zêdekirin.”
27 Çile 2021
Parêzeran giliyê “failên rastîn ên Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê” kirine
Parêzeran bi hinceta berpirsiyariya wan di Qetlîama Enqereyê ya 10ê Çiriya Pêşiyê de heye, giliyê karmendên dewletê kirine ku di sala 2015an de li Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê erkdar bûne.
27 Çile 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Di 23 salan de 28 trîlyon ton qeşayî heliyaye
Di salên 1990î de 0,8 trîlyon qeşayî diheliya. Rêjeya wê di sala 2017ê de derkitiye 1,2 trilyonan. Di 23 salan de 28 trîlyon qeşayî heliyaye.
27 Çile 2021
Polîsan ji jina ku serî li stragehê dayî re gotiye “Ne karê me ye”
Rapora Tûndkariya Li Dijî Jinan û Şewbê Koronayê ya Mor Çatiyê hatiye belavkirin.
27 Çile 2021
Li Kutahyayê Dêra Surp Torosî rûxiyaye
Piştî ku kesekî milkê wê kiriye, Dêra Surp Torosî ya li Kutahyayê, rûxiyaye.
27 Çile 2021
HDP wê bi çar partiyan re civînan pêk bîne
Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Giştî yên HDPyê daxwaza hevdîtinan ji CHP, Partiya DEVAyê, Partiya Siberojê û Partiya Saadetê kiriye.
27 Çile 2021
Clinton wê pirtûka “Keçên Kobanê” bike rêzefilm
Hillary Clinton, Wezîra berê ya Karûbarên Derve ya DYAyê û keça wê Chelsea Clinton wê pirtûrka bi navê “Keçên Kobanê” ya Gayle Tzemach Lemmonê bikin rêzefilm.
27 Çile 2021
Duh 7 hezar û 103 kes bi Covid-19ê ketine, 134 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 180 hezar û 303 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 103 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 134 kes jî mirine.
27 Çile 2021
1
...
209
210
211
212
213
...
220
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver