Melih Bulu niha jî bûye dekanê Fakulteya Ragihandinê

Dîmen: bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Prof. Dr. Melih Buluyê ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar ew weke rektor li Zanîngeha Bogaziçiyê wezîfedar kiriye, niha jî bûye wekîlê dekanê Fakulteya Ragihandinê. Fakulte bi Biryarnameya Serokomariyê di 6ê Sibatê de ava bûbû.
Derket holê ku Saziya Hindekariya Bilind (YOK) biryara tayînkirina Buluyî di 14ê Nîsanê de şandiye. Wezîfeya Buluyî ya nû li ser malpera fermî ya Zanîngeha Bogaziçiyê jî weşandine.
Çi bûbû?
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Prof. Dr. Melih Bulu, berendamê hilbijartinê yê AKPyê ji bo rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê tayîn kir, 4ê Kanûna Paşiyê li ber avahiya zanîngehê çalakiyeke protestoyî ya girseyî pêk hatibû.
Akademîsyenên Zanîngeha Bogaziçiyê di dema merasîma wezîfegirtinê ya Melih Buluyî de pişta xwe dabûn avahiya rektoriyê û biryara tayînkirinê protesto kiribûn. Xwendekaran jî sloganên "em rektöre kayûm naxwazin" berz kiribûn û dawxaz ji Buluyî kiribûn ku dest ji wezîfeyê berde. Polîs deriyên zanîngehê bi kelemçeyan girtibûn û nehiştibûn xwendekar bikevin hundir.
(DŞ/FD)
Di çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê de 13 xwendekar hatine desteserkirin

BIANET LI ÇORLÛYÊ YE
“Şanda we kujeran diparêze”
.jpg)
Danişîna doza “Keskesorê” ya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê pêk hatiye

DOZA PÊŞANGEHA BOGAZÎÇİYÊ
Du xwandekarên girtî serbest bûne

7EMÎN DANİŞÎNA DOZA ÇORLÛYÊ
“Bila edalet di bin rêhesinan de nemîne”
