Fotograf: Dîlek Şen
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê îro ji bo nerazîbûna xwe li dijî girtina du xwendekaran nîşan bidin, li pêş zanîngehê kom bûn. Pêş ku xwendekar bikevin zanîngehê polîsan midaxele kir û herî kêm 13 xwendekar desteserkirin. Ji xwendekarên ku Nacî Încî, rektore tayînkirî protesto kiribûn jê du hatibûn girtin.
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê îro di saet 11.00an de wê li pêş Derê Başûr yê Zanîngeha Bogazîçiyê ji bo nerazîbûna xwe li dijî girtina du xwendekaran nîşan bidin û ew serbest bimîne kom biba. Pêş ku xwendekar bikevin zanîngehê polîsan midaxele kir. Li Hîsarustuyê herî kêm 6 xwendekar û herî kêm 7 xwendekar jî li pêş deriyê zanîngehê hatin desteserkirin. Herî kêm 13 xwendekar hatine desteserkirin.
Bi sedan polîs li ber derê zanîngehê sekinîne. Xwendekarên ku li nava kampusê berbi deriye zanîngehê meşiyane sloganên “polîs simît bifiroşe, birûmet bijî”, “wê roj were, dewran biguhere, AKP dê hesab bide gel” berz kirin.
Ji aliyê din ve polîs bi barîkatan rojnamegeran asteng dike da ku karên xwe neke.
Polîsan rojnameger dorpêç kir û destûr nedan rojnameger biçin gel xwendekaran. Xwendekaran li ser vê yeke bertek nîşan dan û gotin heta rojnameger neyên em ê daxûyanî nedin. Xwendekarên li nava zanîngehê bûn ji bo rojnamegerên ku ji aliye polîsan ve hatine dorpêçkirin sloganên “Bila çapemenî were vir” berz kirin.
bu da öğrencilerin çekemediğimiz açıklaması!
— dilek şen (@ddileksen) October 7, 2021
şu an "gün gelecek, devran dönecek, akp halka hesap verecek" sloganı atılıyor #boğaziçidireniyor pic.twitter.com/sP0poktkg0
buradan çıkabilirmişiz #gazetecilikengellenemez pic.twitter.com/Mu0Rt1ZgN1
— dilek şen (@ddileksen) October 7, 2021
Piştî ku xwepêşandan bi dawî bû xwendekarekî xwest bi rojnamegeran re bi axive. Di dema axavtinê de hat desteserkirin.
Çi bûbû?
Nacî Încî di 2ê Tebaxê de weke rektor ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû wezîfedarkirin. Xwendekaran li Kampûsa Başûr a zanîngehê Nacî Înciyî protesto kiribû. Piştî gilîkirina Înciyî di 5ê Çiriya Pêşiyê de 10 xwendekar hatin desteserkirin.
Ji xwendekarên ku hatibûn desteserkirin jê 3 di heman êvarê de piştî îfade li emniyetê dabûn serbest bûbûn. 7 xwendekar jî duh(6ê Çiriya Pêşiyê) şandin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Piştî lêpirsîna dozgeriyê çar xwendekar bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan û sê xwendekar jî bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
9em Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Stenbolê biryara girtina du xwendekaran dabû û xwendekarekî jî bi şertê kontrola edlî serbest hîştibû.
(DŞ/NO/AY)