Di çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê de 13 xwendekar hatine desteserkirin
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê îro ji bo nerazîbûna xwe li dijî girtina du xwendekaran nîşan bidin, li pêş zanîngehê kom bûn. Pêş ku xwendekar bikevin zanîngehê polîsan midaxele kir û herî kêm 13 xwendekar desteserkirin. Ji xwendekarên ku Nacî Încî, rektore tayînkirî protesto kiribûn jê du hatibûn girtin.