Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo 13 zanîngehan rektor tayîn kirin.
Li gor biryarên tayînkirinê yên di Rojnameya Fermî ya îro de hatin weşandin, Prof. Dr. Necdet Unuvar, ji bo Rektoriya Zanîngeha Enqereyê, Prof. Dr. Ahmet Hacimuftuoglu, ji bo Rektoriya Zanîngeha Ataturkê, Prof. Dr. Ozlenen Ozkan, ji bo Zanînengeha Akdenîzê, ji bo Rektoriya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn(ODTU) Prof. Dr. Ahmet Yozgatligil, ji bo Rektoriya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê(İTU) Prof. Dr. Hasan Mandal, ji bo Rektoriya Zanîngeha Gaziyê Prof. Dr. Uğur Unal, ji bo Rektoriya Zanîngeha Trakyayê Prof. Dr. Mustafa Hatipler, ji bo Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kamuran Eronat, ji bo Rektoriya Zanîngeha Firatê Prof. Dr. Fahrettin Goktaş, ji bo Rektoriya Zanîngeha Esenyurt a Stenbolê Prof. Dr. Suleyman Ozdemîr, ji bo Rektoriya Zanîngeha Bazirganiyê ya Stenbolê Prof. Dr. Necîp Şîmşek, ji bo Rektoriya Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Edeneyê Alparslan Turkeş Prof. Dr. Adnan Sozen û ji bo Rektoriya Zanîngeha Çukurovayê Prof. Dr. Hamît Emrah Berîş hat tayînkirin.
Serokomar Erdogan ev tayînkirin li gor xala 13emîn a Qanûna Perwerdeya Bilind a bi hejmara 2547an û xalên 2, 3 û 7emîn ên Biryarnameya Serokomariyê ya jimara 3yan pêk anî. (TY/AY)