Danişîna doza “Keskesorê” ya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê pêk hatiye

Fotograf: Piştevaniya Bogaziçiyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
12 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên ku ji ber hildana ala keskesor a LGBTI+yan doz li wan hatibû vekirin îro hatin dadgehkirin.
Xwendekaran li ber Deriyê Bakurî di 25ê Adarê de ala keskesor hildabûn û polîsan ew desteser iribûn. Paşê jî doz li wan hatibû vekirin.
Xwendekar li Dadgeah Cezayê Giran a 24an a Stenbolê hatin dadgehkirin. Xwendekar û parêzerê wan Levent Pişkîn beşdarî dadgehkirinê bûn. Piştîkî got ku “Biryara kontrola edlî ya çar meh in dewam dike êdî bûye cezakirin. Em dixwazin demildest rabe.”
Lê dozgerî xwest ku biryara kontrola edlî dewam bike. Dadwerî biryara dadgehê aşkere kir û diyar kir ku ew ê beşek ji kontrola edlî rakin lê qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyeyê wê dewam bike.
Danişîn ji ber pandemiyê nîv saetê dewam kir û heyetê biryar da ku dadgehkirin wê 28ê Hezîranê dewam bike.
Beriya danişînê Piştevaniya Bogaziçiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha gotin:
“Li welatekî ku dewlet û polîs kiryarên dijmirovatiyê bi salan e li ser lubunyayan pêk tînin û hildana ala keskesorê bi xwe sûc dibînin, gelo kî dikare bibêje mafê jiyanê didin me? Em zextên civakê jî, zilma dewletê jî, çewsandina ku rejîma heyî dixwaze li ser me bisepîne jî baş dizanin hu li dijî wan hêzên di her fersendê de dixwazin me biçewisînin em hebûna xwe dewam dikin û diparêzin. Em qebûl nakin di rejîmeke wiha de bijîn ku li kolanan nahêlin em bi rengên xwe bimeşin, dixwazin ji her cure çalakiyan me derxin, di 8ê Adarê û beriya wê de ji ber ala keskesor me û têkoşîna feminîstan a em û wan di nav hev de ne, me ji ber hev bixin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
Qaymeqamiyê qedexe kiriye
Piştî ku Piştevaniya Bogaziçiyê bang kir û got ku ew ê li ber Edliyeya Çaglayanê werin ba hev, duh Qaymeqamiya Kagihtaneyê biryara qedexeyê ya xwenîşandan û meşên protestoyî ya ji bo rojekê dabû.
Piştevaniya Bogaziçiyê jî gotibû “em ê di civîna çapemeniyê ya beriya dadgehkirinê de bi israr in û li jî zextan û desteserkirinan em li ser lingan in. Nikarin keskesorê qedexe bikin.” (DŞ/NO/FD)
Di çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê de 13 xwendekar hatine desteserkirin

BIANET LI ÇORLÛYÊ YE
“Şanda we kujeran diparêze”
.jpg)
Melih Bulu niha jî bûye dekanê Fakulteya Ragihandinê

DOZA PÊŞANGEHA BOGAZÎÇİYÊ
Du xwandekarên girtî serbest bûne

7EMÎN DANİŞÎNA DOZA ÇORLÛYÊ
“Bila edalet di bin rêhesinan de nemîne”
