Danişîna doza “Keskesorê” ya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê pêk hatiye
12 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku ji ber hildana ala LGBTI+yan doz li wan hatibûn vekirin, îro hatin dadgehkirin. Danişîn ji ber pandemiyê nîv saetê dewam kir. Heyetê biryar da ku dadgehkirin di 28ê Hezîrana 2021an de dewam bike.