Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 318 hezar û 217 kesan hatine kirin û di encamê de testa 61 hezar û 400 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 845 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 297 kes bi nexweşiyê mirine. 54 hezar û 897 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 80 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 86 hezar û 957e.
Her weha 35 hezar û 31 kes mirine. 3 mîlyon û 535 hezar û 40 kes jî baş bûne.(EKN/AY)