Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pêşangeha online ya Bîra Amedê wê bi navê “Çîroka hilberînê: Xaçerê, bereket û siyaset” pêk were.
Di Bîra Amedê de nirxên çandî yên berbiçav û neberbiçav, rewşa wê ya pirçandî û mijarên dîrokî yên bajarî tên nîşandan ku şeş hezar sal in ku bajar her ava ye. Proje wê bi havkariya Anadolu Kultur û Komeleya Parastina Berhemên Çandî û Xwezayî yên Amedê pêk were.
Dîrora Amedê wê bi rêya hilberîn û bazirganiyê were nîşandan ku berhemên gelekî zêde hene di vê dîrokê de. Her weha rewşa wê ya cografî û pirrengiya îqlimê hiştiye ku gelek cure berhem li vir peyda bibin. Amed weke bajar li ser xaçerêyeke bazirganî ye û vê jî girîngiya wê zêdetir kiriye.
Di pêşangehê de wê fotografên ji arşîvan û metnan werin nîşandan. Weqfa Gerda Henkel û Weqfa Chrest piştgiriya pêşangehê dikin.
Ji bo dokumanên li ber destên ên derbarê koleksiyonên taybet ên bajarî de bigihînin Bîra Amedê hûn dikarin bi rêya [email protected]ê nameyan bişînin. (AO/FD)