HERÎ KÊM 80 PARLAMENTERAN PİŞTGİRÎ DANE
Li Îngilîstanê kampanyaya “Ji Demîrtaş re Azadî” hatiye destpêkirin
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Centre for Kurdish Progressê li Îngilîstanê kampanyaya ji Selahettîn Demîrtaş re azadî daye destpêkirin. Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî ê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji sala 2016an pê ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.
Welatiyek ku li Îngilîstanê dijî di nameya ku ji parlamentere herêma xwe re şandiye de weha gotiye:
“Ez vê nameyê ji bo ku hûn piştgiriyê bide azadiya Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî ê berê yê HDPê ku di 4ê Çiriya Paşiya 2016an heta niha ji azadiya xwe bê pare, dinivîsim.”
“Demîrtaş li Tirkiyeyê li dijî kiryarên otorîter ên hikûmeta Erdogan di eniya herî pêş de bû... "
Parlamenter di bersiva nameyê weha gotiye:
“Fatma R.ya xoşewîst,
“Spas dikim ku der barê Selahattîn Demîrtaş de we bi min re têkilî daniye. Ji bo dereng bersivdayîna min ji kerema xwe lêborîna min qebûl bikin.”
Kesê ku bersiva vê nameye daye Rûshanara Alî, Endama Green Bethnal û Parlamentera Îngilîstanê ye.
"Ez fikarên we yên li ser girtina Selahattîn Demîrtaş têdigêm ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara demildest serbest berdana Demîrtaş da.”
"Ez di wê baweriyê de me ku divê rayedarên Tirk bêyî dadgehkirineke bi awayê girtî, birêz Demîrtaş serbest berde."
"Heta niha herî kêm 80 parleterên wekî Alî bi gotina "Ez jî ji Demîrtaş re azadî dixwazim" bersiva nameyên dane.
Centre for Kurdish Progressê li Îngilîstanê kampanyaya ji Selahettîn Demîrtaş re azadî daye destpêkirin. Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî ê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji sala 2016an pê ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.
Ji bo kampanyaya îmzeyan bitikîne
(EMK/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine

Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
