Fotograf: Fîgen Albûga Çalikuşu / Twitter
ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Piştî ku Dadgeha Bilind cezaya Rojnameger-nivîskar Ahmet Altan betal kiriye li Girtîgeha Silîvriyê tehliye bûye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) duh derbarê Altanî de biryar dabû ku mafên wî hatine binpêkirin û cezaya tezmînatê li Tirkiyeyê birîbû.
Parêzer Fîgen Albûga Çalikûşû li ser hesabê xwe yê Twîtterê wêneya xwe û Altanî parve kiriye û gotiye, “Min kêliyek bere pêşwazî li Ahmet Altanî kir… Gava yekem a ber bi azadiyê.”
Arti Gerçekê diyar kiriye ku Ahmet Altan ji ber Covîd-19ê ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Silîvriyê ve bi teksiyê ji bo mal hatiye şandin.
Di doza "hewldana darbeyê" ya derbarê hewla darbeya 15ê Tîrmehê de, bi tohmeta ku "bi zanebûn û bi dilxwazî alîkariya rêxistina terorê ya çekdar kiriye" Ahmet Altan bi 10 sal û 6 meh û Nazli Ilıcak 8 sal 9 meh cezayê zindanê hatibûn mehkûmkirin,
16mîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind hikmê derbarê Altan û Ilicakê de betal kiriye.(EKN/AY)