Hejmara çaran a Kovara Bernamegehê derketiye. Di vê hejmarê de Occo Mahabadî li ser Dîroka Mewlûdên Zazakî, Hesenê Metê çîroka bi navê “Xezeba Xwedê” û Mistefa Aydoganî li ser Helebceyê nivîsandiye.
Ji bilî van kesan gelek navên din nivîs, çîrok û helbest ji bo kovarê nivîsandine ku Lokman Polat, Rûbar Elî, Hêvî Hêvîdar, Evîn Hesen, Memê Mikî beşek ji wan in.
Nivîskarên ku nivîs, helbest û çîrokên wan di vê hejmara kovarê de weşiyane ev in:
Jan Dost / Derdê Duzimaniyê - Hêvî Hêvîdar / Di Gerdûnekî Din De - Occo Mahabad / Dîroka Mewlûdên Zazakî - Rûbar Elî / Raperîn
- Lokman Polat / Wêje, Dîrok û Romanên Dîrokî - Şoreşger Karakol / Çavên Melûl - Evîn Hesen / Deyndar Im - Memê Miksî / Kur Ji Kirina Xwe Şerm Dike - Rêber Hebûn / Helbestvanê Nemir Ferhad Içmo - Can Brahîm / Çavên Şil - Îkram Oguz / Pênc Pirtûk û Nivîskarek -Mahmûd Derwîş / Ji Bahozê Pê ve Ji Yê Kurdan Re Tune / Wergêr: Fewaz Ebdê - R. Kemal Bindal / Beg Li Helebê, Firara Seîd Begê Helebî - Xelîl Duhokî / Hejarino - Hesenê Metê / Xezeba Xwedê - Kevok Mizgîn / Dengek Ji Biyaniyê - Keyhan Mihemedînijad / Ceco Xan -Newaf Mîro / Xidir Eylaz û Xidir Nebî, Xizir yan Walentîn - Alî Bayram / Matem A Tîk - Soran Hemereş / Berdeysan Kî Bû? / Wergêr: Muhsîn Ozdemîr -Evîn Çîçek / Merî Ber Bayê Penaberiyê Germ Nabe, Dikizire - Şîlan Doskî / Hêroya Kurdî - Ramazan Kavak / Qesasê Pezkoviyan - Azad Ekkaş / Çend Hilbijarde Ji Erotîkaya Yanîs Rîtros - Nîhat Oner / Kulla Mûşê - Mistefa Aydogan / Mirovayî Jehrdadayî - Tengezar Marînî / Şev û Mij - Yaqûb Kurmanc / Roja Cilûberg ango Kincên Kurdî Pîroz Be - Mehmûd Badilî / Dara Şilfî Tazî - Hem Bozan Qeregeçîye / Girêka Gordîonê - Lîda Gerdenzerî / Bahar - Îhsan Bîrgul / Televîzyon û Ziman - Xakî Bîngol / Çar Bistî - Ezîz Xemcivîn / Bihna Baharê - Sıraç Oğuz / Mêrxas û Neteweperwerê Kurd Seyda Melle Selîm - Mihemed Hesko / Ey Felek - Seîd Veroj / Dr. Mesûd Fanî Bîlgîlî - Bûbê Eser / Ew in Dijminê Mirovayî - Ronî Stêrk / Rewşa Zimanê Kurdî Li Almanyayê - Farûqê Feroyî / Nezanîn Ne Şerm e - Mamo Kader / Tirsa Heralî - Rûmet Med / Li Ser Sînemaya Kurdî û Sînemaya Cîhanê 10 Pirtûk - Mahîn Şêxanî / Qedera Dirêj (FD)