* Fotograf: The Action Network
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji çar aliyên cîhanê jîngehparêzan ji wan serokan re nameyek şandiye ku wê di 22 û 23yê Nîsanê de li DYAyê beşdarî Cîvîna Serokên Iqlîmê bibin.
Di nameyê de jîngehparêzan gotiye ku bi tenê bang li 40 serokan kirine û wiha pê de çûne: “Hûn, qaşo serokno we heta niha çi kiriye? Her we çi kiribe sedî sed têrê nake. Ew ‘serokên’ ku her sozên vala didin. Ji bo civînên we hûn her gavê mijarên ‘azwer’ in, lê em êdî ji axavtinên we yên ku hûn prova dikin û sozên we yên vala aciz in. Pêwîstiya me bi çalakiya rastîn hepe. Dest ji vî karê beredayî berdin.”
Beşek ji nameya jîngehparêzan wiha ye:
“Dem kêm e, dîsa jî ji bo hûn xwe bi tenê weke kesên girîng bibînin û xwe pîroz bikin, civînan pêk tînin. Ji bo çi?
“Ji bo hemû hedefên we yên zelal û dûr an jî ji bo armancên we yên demkurt yên gelekî kêm û gelek valahî tê de hene, ango ji bo ‘planên we yên nuwaze’ yên nû.
“Em qebûl nakin jiyanên xwe bideyn bidin. Em ê ji bo siberojeke baştir dest ji şerkirinê bernedin. Li gel ciwan, jîngehparêz û zanistê ji bo bi we re rûbirû werin li vir in. Em bi yekdengî digihên hev û em dibêjin împarator tazî ye.”
Joe Biden, Serokê DYAyê 40 serokên cîhanê vexwendiya civînê ku wê di 22 û 23yê Nîsanê de pêk were. Ew 40 serok ev in:
o Serokwezîr Gaston Browne, Antigua û Barbuda
o Serok Alberto Fernandez, Arjantin
o Serokwezîr Scott Morrison, Avustralya
o Serokwezîr Şeyh Hasina, Bangladeş
o Serokwezîr Lotay Tshering, Butanƒ
o Serok Jair Bolsonaro, Brezilya
o Serokwezîr Justin Trudeau, Kanada
o Serok Sebastián Piñera, Şili
o Serokomar Xi Jinping, Komara Gelî ya Çînê
o Serok Iván Duque Márquez, Kolombiya
o Serok Félix Tshisekedi, Komara Kongoya Demokratîk
o Serokwezîr Mette Frederiksen, Danimarka
o Serok Ursula von der Leyen, Komisyona Ewropayê
o Serok Charles Michel, Konseya Ewropayê
o Serokomar Emmanuel Macron, Fransa
o Serok Ali Bongo Ondimba, Gabon
o Şansolye Angela Merkel, Almanya
o Serokwezîr Narendra Modi, Hindistan
o Serok Joko Widodo, Endonezya
o Serokwezîr Benjamin Netanyahu, İsrail
o Serokwezîr Mario Draghi, Italya
o Serokwezîr Andrew Holness, Jamaika
o Serokwezîr Yoshihide Suga, Japonya
o Serok Uhuru Kenyatta, Kenya
o Serok David Kabua, Komara Giravên Marshallî
o Serok Andrés Manuel López Obrador, Meksika
o Serokwezîr Jacinda Ardern, Zelandaya Nû
o Serokwezîr Muhammadu Buhari, Nijerya
o Serokwezîr Erna Solberg, Norveç
o Serok Andrzej Duda, Polonya
o Serokwezîr Moon Jae-in, Komara Koreyê
o Serokdewlet Vladimir Putin, Federasyona Rûsyayê
o Kral Salman bin Abdulaziz Al Saud, Mîrîtiya Erebistana Siûdiyê
o Serokwezîr Lee Hsien Loong, Singapur
o Serok Matamela Cyril Ramaphosa, Afrikaya Başûr
o Serokwezîr Pedro Sánchez, Ispanya
o Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
(TP/FD)