Li Stenbolê polîsan midaxeleyî daxuyaniya “doza Kobaniyê” kiriye
Polîsan midaxeleyî HDPiyên ku xwestine li pêş avahiya xwe ya bajar têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyê bidin, kirine. Di midaxeleyê de di nav kesên ku hatine desteserkirin de du rojnameger jî hene.
.jpeg)
Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Stenbolê polîsan midaxeleyî daxuyaniya têkildarî doza Kobaniyê kiriye. Doza Kobaniyê îro destpêkiriye.
Pêş ku daxuyanî were kirin polîsan kolana ku avahiya Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) lê ye ji çûn û hatinê re girtine.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê polîsan çend xulek beriya daxuyaniyê deriyê avahiyê girtine û nehîştine kes ji hûndir derkeve derve.
Polîsan midaxeleyî girseya ku derketiye derve û xwestiye daxuyaniyê bide kirin û Enes Sezgîn, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê û Bîlal Meyvecî, nûçegihanên Arti Tvyê jî di nav de gelek kes desteserkirine.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.