Parlamentera berê ya HDPyê Huda Kaya ji ber “doza Kobaniyê” hate girtin
Huda Kaya ji ber lêpirsîna Kobaniyê hate desteserkirin û Dadweriya Aştî û Cezayî ya 4an a Enqereyê biryara girtina wê da. Kayayê li ser hesabê xwe yê Xê, nivîsand û got, “Dilê min her daîm bi aştî, hêvî û we re ye.”