Wêne: Ercan Altuntaş
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cara pêşiyê di 26ê Nîsana 2021ê de danişîna doza Kobaniyê pêk hatibû. Çend rojên din wê salekê li dû xwe bihêle.
Doza Kobaniyê ji roja ku destpê kiriye heta niha ji "delîlan" heta şahidan her gav di nava nakokî û gumanan de dewam kiriye. Em bi Kenan Maçoglû, yek ji parêzerên bersûcan re axivîn.
Maçoglûyî ji bianetê re behra pêşdeçûna dadgehkirinê ki û got: “Bi dokumanên dozgerî di dosyayê de ji bîr kirine û bi hemû delîlan derketiye holê ku ev dosya, dosyayeke bi fen û fûtan û rasterast bi midaxeleyên siyasî hatiye avakirin."
Maçoglûyî diyar kir ku digel vê jî heyet di nava sînorên desthilata siyasî ji wan re daniye, tevdigerin.
- Di dozê de Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP_ Sebahat Tûncel, Serokê Rûmetê yê HDPyê Ertûgrûl Kurkçu û endamên Lijneya Rêveber a Navendî ya HDPyê jî di nav de, 22 jê girtî 108 kes tên dadgehkirin.
Maçoglûyî behsa danişînên li ser hev kir û got ku "Du hefte danişîn pêk tên, du hefte navberê didin dadgehkirinê. Ev him ji bo hevalên me yên siyasetmedar ên tên dadgehkirin hem jî ji bo hempîşeyên me gelekî zehmetiyan çêdike. Di dadgehkirinên derbarê cezayan de gelekî girîng e ku mirov di hemû danişînan de cih bigire, dema beşdar nebe dibe ku biryarek were dayîn ku ew biryar dikare bandoreke mezin li ser rewşa hiqûqî ya miwekîlî bike.
"Di Qanûna Mihakemekirinê ya Cezayan de hatiye diyarkirin ku piştî parazname hatin pêşkêşkirin wê li gilîkar û şahidan guhdar bikin. Di qanûnê de ev tişt bi zelalî û vekirî hatiye gotin û digel ku di bicihanînê de ti pirsgerêk nebin, hîna parazname temam nebûne heyeta dadgehê li şahid û gilîkaran guhdar dike.
"Bi dokumanên dozgerî di dosyayê de ji bîr kirine û bi hemû delîlan derketiye holê ku ev dosya, dosyayeke bi fen û fûtan û rasterast bi midaxeleyên siyasî hatiye avakirin e.
"Şahidên li wan hatiye guhdarkirin û hemû dosya bi zelalî nîşan dide ku yên sûcên bûne sedema dadgehkirinê kirine, ne hevalên me ne lê digel vê jî heyeta dadgehê nikare derkeve ji derveyî sînorê ku desthilata siyasî û hevkarên wê ji wan re daniye û ev doz û doza girtina derbarê HDPyê de hemwext de pêk tên."
Parêzer Serdar Çelebiyî derbarê rewşa siyasetmedara girtî Aysel Tûglûkê de ev zanyarî dan bianetê: “Her ku nexweşê demansê li girtîgehê dimîne, nexweşî bi lez girantir dibe, pispor dibêjin ku divê hin tiştên din ên wê bikaribin hişyar bikin hebin lê li girtîgehê ev derfetên wê nînin. Nexweşiya wê roj bi roj girantir dibe. Ji bo daxwaza me ya tehliyekirinê ne baş ne xirab ti biryar nedane.” (AS/FD)