Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
6emîn beşa 14emîn danişîna Doza Kobaniyê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê destpê kiriye.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûne û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûne.
Piştî tespîtkirina nasnameyê, belgeyên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Di danişînê de gilîker Onur Balê ku li Girtîgeha Tîpa Lya Bi Hejmar 5a Sîlîvriyê tê ragirtin bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê bûye û axiviye. Bal diyar kiribû ku ew di 6-8ê Çiriya Pêşiya 2014an de li Zeytînburnu ya Stenbolê birîndar bûye û serokê dadgehê pirsa “tu derbarê siyasetmedaran de gilîkar e an na?” kiriye. Gilîker diyar kiriye ku bûyer nayê bîra wî û ew derbarê siyasetmedaran de gilîkar nîne.
“Operasyon li piştî îfadeyên şahidê nepen hatiye despêkirin”
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata derheqê gotinên “şahid û gilîker” de mafê axaftinê girtiye.
Atayê diyar kiriye ku operasyonên li dijî jinan piştî îfadeyên “şahidê nepen A53” hatine destpêkirin û wiha domandiye: “Ne pêkane ku çalakiyên me werin îllegalîzekirin. Dema jinên li rojhilatê welêt wekheviyê dixwazin jê re dibêjin ‘welat parçe dikin’ û dema yên li rojavayê welêt wekheviyê dixwazin jî jê re dibêjin ‘malbatê parçe dikin.’ Belê rast e jin dixwazin tiştekî parçe bikin û ew jî pergala mêrê serdest e. Dema dengê çekan tê ji ewil dengê jinan qut dikin. Ya ku A53 kirî jî ev e. Xwest ji ewil dengê jinan qut bike.
“Hûn guh nadin gotinên me lê guh didin dengê îtîrafkaran”
Bo me jinan her roj 8ê Adarê ye û li dijî tundiyê her roj dadikevin kolanan. Mimkin nîne ku zilam beşdarî civînên me bibin. Lê şahidê nepen dibêje ‘li filane erdê civîn kirin.’ Hûn guh nadin gotinên me lê guh didin dengê îtîrafkaran. Îdia dikir ku ez di 6-8ê Cotmehê de beşdarî civînê bûme. Min berê jî gotibû ku ez tev li civîna MYK’ê nebûm û wê demê li Pirsûsê bûm.”
“Şahidê hatiye guhdarkirin îtirafker e”
Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDPê ya Berê Fîgen Yuksekdagê mafê axaftinê girtiye û ev tişt aniye ziman: “Êdî tu cidiyeta guhdarîkirina ‘şahid û gilîkeran’ nema ye. Tu bingehekî aqilane yên van îfadeyan nînin. Ji bo ku tiştekî aqilane hebe, ji ewil divê şahid şahidî kiribe. Şahidê nobedar ê duh hatiye guhdarîkirin, îftîrakar e. Dema îfade dida, îfadeya xwe ya berê derewand. Lewma min duh xwe negirt û keniyam. Trajîkomîk bû. Heke hiqûq ewqas ji exlaqê were dûrxistin, di encama wê de jî şahidên wiha yên mîna robotan derdikevin holê û doz li ser gotinên wan didomin.”
“Êdî mirov nikare xwe ji wan aciz jî bike. Hem û hem jî hûn baş dizanin bê ka saziyên emniyetê pergalekî çawa ava kirine. Şahidê ku we duh guhdarî dikir, sîxûrên asta herî jêr û yên bi pereyê herî kêm ên ji hêla polîsan ve tên xebitandin in. Xebatkarên taşeron in ku tu pênc qirûşan bidî destê wan, diçin ser xelkê îfadeyan didin. Emniyet kengî bixwaze ji van kesên pereyê herî kêm werdigirin bixwaze bangî wan dike û dibêje ‘were em ê biçin operasyonê. Were îfadeyê bide.’ Bo wan girîng nîne bê ka jêbawerin an na.”
“Dînên vî welatî jî ji van bawer nakin lê hûn li wê bendê ne ku em jê bawer bibin. Mirovek ewqas jî ji mirovbûna xwe nayê derxistin. Dema me pergaleke rasteqîn a hiqûqê ava kir, dê van jî biavêjin sergoya dîrokê. Qet nebe şahidên birêxistinkirî bînin da ku em bibêjin hûn bi rastî jî cidî nêz dibin. Derewên şahid teşhîr bûn. Parêzerê me îfadeyên wî yên derew bi bîr xistin lê we parêzer bêdeng kir. Serê wî şahidê bêmejî tevlihev bû û gotinên xwe tevlihev kirin. Niha jî li dijî vîna demokratîk a gelan bi destê dadgehan şerekî qirêjî hatiye destpêkirin lê em ê bi serkeftinê bersivê bidin vî şerê qirêjî. Dê di nava wê zîhniyeta xwe ya beredayî de bifetisin.”(RT/AY)