Bernameya Wêjegeh Amedê ya Nîsanê diyar bûye
Li Wêjegeh Amedê wê di bernameya bi navê “Mala Rûzemînê” de her roja înê çalakiyên li ser jinan, wêje, ziman û hawirdorê pêk werin.
.jpg)
Di meha Nîsanê de li Wêjegeh Amedê wê bi navê “Mala Rûzemînê” bernameyek pêk were. Di vê bernameyê de wê her roja înê çalakiyên li ser jinan, li ser wêjeyê, li ser ziman û li ser hawîrdorê pêk werin.
Her weha di beşa “Roja Nivîskar” de wê Eyşana Beravî, Ayşe Sökülmez, Esra Kahraman û Birgül Oğuz li ser pirtûkên xwe yên dawî biaxivin.
Wê çalakiyên bi navê "Çar Dîwar Deriyek", "Masiyên Şikefta Kor", "Istasyon", "Got, Min Binivîse", "Di Xewna Malê De" û hinên din jî pêk werin." (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.