Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nadîre Mater, Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û Şêwirmenda Projeya bi navê bianetê, yek ji wan rojnamegeran e ku dua sal in li bendê ye karta wê ya çapemeniyê ya daimî nû bikin. Beriya ku di sala 2018ê de rêziknameyê biguherînin karta çapemeniyê ya daimî ya Materê hebû lê ew du sal in ji vî mafî mehrûm e. Materê doz li Serokatiya Ragihandinê vekiriye û ev doz du sal in dewam dike.
Karta çapemeniyê ji bo rojnameger bikaribin nûçeyan bi dest bixin, nûçeyan çêbikin û bikaribin bi hêsanî bikevin nav qad û derdorên nûçeyan amûreke gelekî girîng e. Lê di salên dawiyê de desthilatê wê weke amûreke zext û zordariyê bikar tîne. Piştî 2018ê erka dayînê ya karta çapemeniyê dane Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê. Lê Serokatiyê ji wê rojê heta niha kartên hezar û 371 rojnamegeran nû nekiriye. Her weha kartên hezar û 238 rojnamegeran betal kiriye û serlêdana 220 rojnamegeran bêencam hiştiye.
Materê got ku “Min karta çapemeniyê gelek caran li cihên peywendîdar ên li Stenbol û Enqereyê pirsî, serlêdana nivîskî ya parêzera min Meriç Eyubogluyê bêbersiv hiştin, ez nizanim çi hat serê karta min a çapemeniyê ya daimî ya ji 2007ê û vir ve didan min û çima nebû turkuvaz, ez nizanim. Bersiv jî nîne, kart jî nîne.”
Materê her weha diyar kir ku wê paşê doz li Serokatiya Ragihandinê vekiriye û got ku “niha mijar ji bo nirxandinê li ber destê dadgehê ye.”
Mater ne bi tenê ye ku doz li Serokatiya Ragihandinê vekiriye. Rojnameger Aydin Engîn jî yek ji wan kesan e ku ji ber karta jî nû nekirine, doz li Serokatiya Ragihandinê vekiriye.
Nadîre Materê ji bo pêvajoya serlêdana darazê wiha got: “Ev di heman demê de parçeyek ji wê têkoşîna tê dayîn e ku ji bo rêxistinên rojnamegeran bikaribin kartên çapemeniyê bidin.
“Lewma betalkirina karta çapemeniyê, nedana wê wî tiştî nîşan dide ku tevlêbûna dewletê ya di vî karî de şaş e. Rojnamegerî karekî wiha ye ku serbixwebûneke ji hemû hêzan divê, hewceyî erêkirina dewletê nîne. Di dema desthilatên berê de jî kart nedidan, kart nû nedikirin lê bû nesîbê vê desthilatê ku bi awayekî girseyî red bike.
“Ev sansur e û di hin rewşan de dihêle otosansur pêk were. Di pratîka rojnamegeriyê de şert e; di hemû qonaxên amadekirina nûçeyan de ji bo çavkaniyan dibe gava yekem a pêbaweriyê. Di bûyera kuştina Metîn Goktepe, hempîşeyê me yê rojnameger de para karta çapemeniyê em bînin bîra xwe. Polîsan li wir gotibû “karta xwe nîşan bide” û êrîşa wan bi wî awayî dest pê kiribû. Niha jî kesên karta wan nebe, naxin civînan, heta hin caran kartan jî akredîte nakin.
Eyuboglû: Muxatabê me nîne
Merîç Eyuboglûya ku parêzeriya Nadire Materê dike got ku Mater ji sala 1981ê û vir ve ango nêzîkî 40 sal in ku karê rojnamegeriyê dike û nêzîkî 20 sal in jî “karta wê ya çapemeniyê ya daimî” heye. Gelek rojnameger hene ku ‘karta wan a çapemeniyê nayê nûkirin’.
Eyubogluyê iyar kir ku wan dawxazname dane Serokatiya Ragihandinê û wiha dewam kir: “Lê ti bersiv nedan serlêdanên me. Ji xwe muxatabê e nîne.” (HA/FD)