Berpirsê Weşana Giştî yê Agosê Hrant Dînk, duh di 18. salvegera qetilkirina xwe de li ber Apartmana Sebatê bi merasîmekê hat bîranîn.
Ji saet 14:00 û pê ve kolana Halâskargazî ji bo merasîmê li trafîkê hat girtin. Girseya gel bi dirûşma "Em li vir in Ahparîng" berbi qada merasîmê meşiyan.
Girseyê pankartên bi nivîsên "Rastî", "Jiyan", "Hesret" û "Bîr" yên bi Kurdî, Ermenî û Tirkî hatine nivîsandin, hilgirtin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê, Hevsera Tahîr Elçî Turkan Elçî, dayika Berkîn Elvan Gulsüm Elvan, parlamenterên DEMê Partiyê Cengiz Çandar, Ayşegul Dogan, Meral Danişbeştaiş, Celal Fırat, Ozgul Saki, Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan, hevsera Ahmet Kaya Gulten Kaya, Parlamentera berê ya HDPê Sebahat Tuncel, Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê CHPê yê Stenbolê Ozgur Çelîk, Seroka berê ya CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancıoglu, Şaredarê Şişliyê yê CHPê Resûl Emrah Şahan û Şaredarê Bahçelîevlerê Hakan Bahadir û gelek navên din beşdarî bîranînê bûn.
Di çarçoveya çalakiya bîranînê de li ser apartmana Sebatê posterê Hrant Dînk bi nivîsa "Bîr, rastî, jiyan, hesret: 18 sal in" hat daliqandin.
Ji saet 15:00 û pê ve bernameyê dest pê kir. Girseyê li cihê Hrant Dînk lê hat qetilkirin li ber Apartmana Sebatê qurnefîl danîn û dua kirin.
Di bîranînê de girtiyên Geziyê, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag nehatin jibîrkirin. Her weha di bîranînê de nameya Çîgdem Materê ku ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê şandibû Tulîn Ozerê xwend.
Nameya Osman Kavala jî lîstikvan Eraslan Saglamê xwend.
Axaftina bîranînê nivîskar Takuhî Tovmasyanê kir. Tovmasyanê diyar kir ku ew ji aştiya Ermenistan û Tirkiyeyê bi hêvi ye:
"Li naverasta Stenbolê li pêş çavên me hemûyan rojnamegerekî Ermenî qetil kirin. Sûcê wî eşkere bû: Ji mirovan hes dikir, ji demokrasî û mafên mirovan hez dikir, ji azadiya derbirînê bawer dikir û ew jî têr nekir ji bo her du gelan aştî diparast.”
(HA/AY)