Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê 42 kesên ku ji ber beşdarbûna 1ê Gulanê li Stenbolê hatibûn girtin de îdianame amade kir.
Dozgerê Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Rêxistinî û Terorê Mehmet Unsal, bi sedema ku hejmara gumanbaran zêde ye, îdianame kir du beş.
Di îdianameya yekem de 30, di îdianameya duyemîn de jî 12 kes hene. Cezayê ji bo 42 kesên ku dê bi du îdianameyên cuda bên darizandin bi giştî 567 sal e. Her weha di îdianameyê de 19 polîs jî gilîkar in.
Navên kesên ku di îdianameya yekem de ne: Agît Yanar, Alev Palo, Arif Terzî, Ayşe Belîz Înce, Bekîr Aslan, Can Ersoy, Ceyda Elmas, Dilbirîn Erdem, Dogukan Gurbey, Ebubekir Guç, Efe Çolak, Ergîn Çavik, Ferhat Ergen, Hîvîdar Ozdemîr, İbrahîm Erol, Mahîr Gûrz, Mehmet Şîmşek, Mehmet Nazim Oztoprak, Merîç Bîlman, Mizgîn Bîlîcelî, Muzaffer Can Ozkan, Oktay Karadenîz, Rana Karaca, Saît Çetîn, Savaş Çoban, Tutku Kircalî, Yasîn Ergen, Yasîn Evren Ozturk, Yilmaz Yeter.
Navên kesên ku di îdianameya duyem de ne: Ahmet Ozgur Erdogan, Bayram Metîn Coşkun, Bîlal Faruk Başaran, Çagla Tanışlar, Fatma Nur Ugur, Habilhan Yapar, Merve Yeşîlyurt, Oykum Bozkurt, Ozenç Cevahir, Serdar Oğuz, Serkan Uşak, Umut Kabakli.
Îdîaya ku bi damacanayê li mertalê polîsan xistine
Dozger di îdianameyê de parastiye ku "Hin konfederasyon, sendîka, saziyên civaka sivîl û kom û pêkhateyên marjînal tevî biryara qedexekirinê ya 1ê Gulanê xwestin li Taksîmê 'meşa deryasayî' li dar bixin."
Dozger gotiye, ‘biryara qedexeyê’ ya Qaymaqamiya Fatîhê heye û wêneyên polîsan û bûyeran yên ku li ber Kemera Bozdoganê xistiye îdianameyê.
Dozger Unsal behsa wê yêkê kiriye ku Seroka Giştî ya DÎSKê Arzu Çerkezoglu û kesên pê re ji bo meşê bi polîsan re muzakere kirine û her weha îdia kir ku piştî destûr nehat dayîn nêzî 150 kesî êrîşî polîsan kirine.
Dozger Unsal xwepêşander bi wê yekê sûcdar kiriye ku bi kevir, damacanayê avê, darên flamayan, dest û pêyan li mertalên polîsan xistine û zirar dane 107 mertal, 22 kask, 23 maskeyên gazê û radyoyek polîsan.
Dozger her wiha diyar kir ku "Ji ber qerebalix û mezinbûna pevçûnê nekariye were tespîtkirin ku kîjan gumanbar kîjan gilîkar birîndar kiriye." Lê dîsa jî bi tohmeta ku 'bi qestî birîndar kiriye' ji bo xwepêşanderan ceza xwest.
(HA/AY)