Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 306 hezar û 563 kesan hatine kirin û di encamê de testa 59 hezar û 187 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 723 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 273 kes bi nexweşiyê mirine. 52 hezar û 104 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 951 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 962 hezar û 760e.
Her weha 34 hezar û 455 kes mirine. 3 mîlyon û 424 hezar û 733 kes jî baş bûne.(EKN/AY)