KONFERANSA DEMOKRASİYÊ YA MEZİN
“Di pêşeroja welat de em jî xwedî gotin in”

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
"Welatê me ber bi qeyraneke mezin a siyasî û aborî ve diçe. Pandemiya COVÎD-19ê qeyrana aboriyê kûrtir kir. Yên li welêt dijîn bi birçîbûn, xizanî, bêkarî û pandemiyê re rû bi rû hatin hiştin. Em ne li welêt ne jî li cîhanê di aştiyê de ne. Mal û milkên dewletê û xweza bi awayekî hovane tên talankirin. Girtîgeh bi mixalîfên siyasî û rojnamegeran tije ne. Her roj 3 jin tên kuştin, ji bo bi yekalî dawî li Peymana Stenbolê bê anîn, gav tên avêtin. Li dijî LBGTI+yê sûcê nefretê pêk tê. Deriyê hilweşandina ekolojîk bi projeyên rantê yên weke Kanal Stenbol vedibe. Di nav van şert û mercan de rewatiya siyasî ya desthilatdariyê her ku diçe tê pirsîn. Ji ber ku diyar dibe ku welatî wê ji vê rêveberiyê razî nebin, zext jî zêde dibin. Hewl didin welat bixin nava tarîtiya paşverû..."
"Konferansa Demokrasiyê" ji bo çareseriya hevpar a hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê, ji aboriyê heta mafên civakî, ji azadiyê heta pirsgirêka Kurd re, îro avabûna xwe ragihand.
"Keseyatên weke Ahmet Turk, Canan Arîn, Celal Firat, Îhsan Elîacik, Genco Erkal, Melda Onur, Murathan Mungan, Nejla Board, Ozturk Turkdogan, Reza Türmen, Şebnem Koru Fincanci, Tariz Ziya Ekinci û Zulfü Livanelî ‘Konferansa Demokrasiyê ya Mezin’ ku di meha Hezîranê de wê pêk were, ragihand.
Nesteren Davûtoglû, endama Yekitî Ji Bo Demokrasiyê(DÎB) di civînê de got, “Armanca me ewe ku tevlîbûneke herî berfireh ji bo Konferansa Demokrasiyê pêk bînin"
Nivîskar Ayşegul Devecîoglûyê jî got, “Ev welat di gel hemû zext, zilm û bêhiqûqiyê bi ber û axa xwe, karkerê kana somayê, xwendekarê Bogazîçiyê, kedkarê perwerdehiyê û tenduristiyê li ber xwe dide û ev rastiya hêviyê dide me.”
Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Doktorên Tirk dirûşma 'Nan, Azadî, Edalet' bi bîr xist û got, "Mafê me yê jiyanî tê binpêkirin. Dema ku em ji mafê xwe yê jiyanê tên girtin, kuştinên civakî tên kirin. Her roj di nava pênc deqeyan de yek ji me kêm dibe. Em dibêjin dema ku bi dijwariyeke wiha giran re rû bi rû bimînin, em ji bo edalet û azadiyê li ber xwe didin. Em ê li vî welatî demên xweş bibînin. Em heta dawiyê bi biryar in."
"Li welatekî bê aştî demokrasî nabe"
Ahmet Turk di civînê de got, “Siyaseta demokratîk a li gorî ruhê pêvajoyê, berpirsyariya me hemûyan e. Eger em hemû berpirsyariya xwe bi cih bînin, em ê çarenûsa welêt biguherînin."
Ozturk Turkdogan, Hevserokê Giştî ê Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê di civînê de bal kişand ser têkiliya aştî û demokrasiye û got, “Tirkiyeyê nekarî vê demokrasiya piranîparêz qebûl bike.”
Nejla Kûrûl, Seroka Giştî a Egîtîm- Senê jî weha pê de çû, “Bi pandemiya COVID-19ê re li Tirkiyeyê ked, azadî û edalet hat rawestandin. Em di serdemek wisa de dijîn ku man û neman çalakiyeke têrkar a mirovahiyê ye.”
Tarik Ziya Ekîncî jî peyamek vîdeoyî şand civînê û di peyamê de weha got, “"Demokratîkbûyîn di şert û mercên objektîf ên îroyîn de ji bo Tirkiyeyê pirsgirêka hebûn an jî tunebûnê ye. Li welatekî bê aştî demokrasî nabe.”(HA/AY)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
