Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind di doza Buyukadayê de, xwestiye ku cezayê dane Ozlem Dalkiran, Îdîl Eser û Gunal Kûrşûnî werin xerakirin lê yê dane Taner Kiliçî were erêkirin.
Mafparêz ji ber beşdarî civîna “ewlehiya dijîtal a parastina mafparêzan” bûbûn, polîsan ew desteser kiribûn û hatibûn girtin.
Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 35an 3yê Tîrmeha 2020an, di danişîna biryardayînê de bi tohtema ku “endamê rêxistinê ye 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dabû Taner Kiliç, Nûnerê berê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, bi tohmeta ku “alîkariya rêxistine kiriye” 1 sal û 13 meh cezayê girtîgehê dabû her yek ji Gunal Kûrşûn, Îdîl Eser û Ozlem Dalkiranê. Nalan Erkem, Îlknûr Ustun, Alî Gharavî, Peter Steudtner, Velî Acû, Nejat Taştan û Şeyhmûz Ozbekliyî jî beraet kiribûn.
“Delîl têrê nakin”
Li gorî nûçeya Kemal Goktaşî ya li ser malpera Kisa Dalgayê weşandiye, Mûstafa Kûrtûlûş Deprem, Dozgerê Dadgeha Bilind, piştî temyîzkirina dosyayê teblîgnameya dozê nivîsandiye.
Dozgerî di teblîgnameyê de gotiye, delîlên têr û baweriyê bidin ku Ozlem Dalkiran, Îdil Eser û Gunal Kûrşûn alîkarî dane rêxistinê nînin. Ji ber wê jî daxwaz kiriye ku cezayê li wan birî ne, xera bibe.
Dozger Depremî her weha xwestiye ku cezayê li Taner Kiliçî hadiye birîn, pesend bikin.
Teblîgnameya Serdozgeriyê şandine Daîreya Cezayî ya Dadgeha Bilind a 16an ku wê derbarê daxwaza temyîzê de biryarê bide.
Çi bûbû?
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmehê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmehê ya 2017yê hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man.
Serokê Lijneya Birêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç ê di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin, weke “gumanbar” ket nav îdianameyê.
Mafparêz di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de cara yekem derketin pêşberî dadgehê. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo 8 mafparêzan da. Her wiha ji bo Ozlem Dalkiran û Velî Acû biryara qedexeya derketina derve derxist. Biryara kontrola edliyê ya di 25ê Tîrmeha 2017yê de ji bo Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan hatibû dayin, hat rakirin.
Dadgehê her wiha dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya “sîxurtî û fînansekirina terorîzmê” hatibû vekirin bi doza Buyukadayê re kir yek ku dosya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat dîtin.
Taner Kiliç di 15ê Tebaxa 2018ê de hate tehliyekirin. Dozger dixwaze ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn. (EKN/FD)