Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Daîreya 3yem a Cezayan a Dadgeha Bilind biryara xwe ya derbarê serlêdanên ji bo Doza Buyukadayê de roja 17ê Çiriya Paşiyê ya 2022yê daye.
Dadgeha Bilind ji ber sedema ku "lêkolîn kêm hatiye kirin" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê bi tohmeta "endamê rêxistinê ye" li Taner Kiliçî hatiye birîn û bi sedema "ne qanûnî ye" biryarên cezakirinê yên Gunal Kuşun, Îdil Eser û Ozlem Dalkiranê de jî qebûl nekiriye.
Ji bo ku ji nû ve pêvajoya dadgehkirinê pêk bê wê dosyayê bişîne Dadgeha 35an a Cezayê Giran a Stenbolê.
- Dadgeha 35an a Cezayê Giran a Stenbolê roja 3yê Tîrmeha 2020an, di "doza Buyukadayê" de biryara xwe aşkere kiribû û bi îdiaya ku "endamê rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Nûnerê kevn ê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî birîbû, her weha bi îdiaya "alîkariya rêxistina terorê kirine" sal û 13 meh cezayê girtîgehê li her yek ji Gunay Kuşun, Îdîl Eser û Ozlem Dalkiranê birîbû. Nalan Erkem, Îlknûr Ustun, Alî Gharavî, Peter Steudtner, Veli Acû, Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbekliyî beraat kiribûn.
"Rapora diyarkirina ByLockê" xwestiye
Dadgeha Bilind ji bo cezayê li Taner Kiliçî hatiye birîn gotiye ku bersûcî qebûl nekiriye wî ByLock bikar aniye lê digel vê jî lêkolîneke kêm hatiye kirin û ceza hatiye birîn.
Ji bo Îdîl Eser, Ozlem Dalkiran û Gunay Kuşunî jî hatiye diyarkirin ku digel ew bi tohmeta endamdiya rêxistinên PKK/KCK, DHKP/C û FEDO/PDYyê hatine tohmetrikin, delîlên zelal û bê şik û guman di dosyayê de nînin û diviyabû ku biryara beraetê bihata dayîn.
Dadgeha Bilind gotiye ku ji ber wê jî ev biryar ne qanûnî ne û divê biryarên hatine dayîn, betal bibin.
Çi bûbû?
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmehê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmehê ya 2017yê hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man.
Serokê Lijneya Birêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç ê di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin, weke “gumanbar” ket nav îdianameyê.
Mafparêz di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de cara yekem derketin pêşberî dadgehê. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo 8 mafparêzan da. Her wiha ji bo Ozlem Dalkiran û Velî Acû biryara qedexeya derketina derve derxist. Biryara kontrola edliyê ya di 25ê Tîrmeha 2017yê de ji bo Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan hatibû dayin, hat rakirin.
Dadgehê her wiha dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya “sîxurtî û fînansekirina terorîzmê” hatibû vekirin bi doza Buyukadayê re kir yek ku dosya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat dîtin.
Taner Kiliç di 15ê Tebaxa 2018ê de hate tehliyekirin. Dozger dixwaze ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn. (AS/FD)